Piştî 37 salan berdewama hevpeyvîna Yilmaz Guneyî hat weşandin

Di sala 1982’yan de bi derhêner û lîstikvanê navdar ê kurd Yilmaz Guney re hevpeyvînek hatibû kirin û berdewama hevpeyvînê piştî 37 salan hate weşandin.

Li gorî nûçeye Kültür Servisi’yê ku ji malpera MA’yê hatiye wergirtin, piştî 37 salan berdewama hevpeyivîna ku di sala 1982’yan de ji aliyê Nazim Alfatlî ve, bi Yilmaz Guney re, hatibû kirin derket holê û li ser Youtubeê hat weşandin.

Berdewama hevpeyvîna ku bi derhênerê navdar Yilmaz re hatibû kirin, di nav arşîva çêkerê belgefîlman Suleyman Ozdemîr de ye û çêker Ozdemîr vîdyoya hevpeyvînê ji hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir. Di berdewama hevpeyivînê de Yilmaz Guney, li ser fîlmê xwe yê xelatgirtî Cannesê bi navê “Yol” (Rê), mijarên pirsgirêka Kurd û jinan diaxive.

Di hevpeyvîna ku bi Yilmaz Guney re hatibû kirin de, dîmenên nû jî derketin holê. Hevpeyvîn di sala 1982’yan de ji aliyê Nazim Alfatlî ve bo televîzyoneke Belçîkayê, hatibû kişandin. Hevpeyvîn ji 30 deqîqe pêk tê û heta niha bi tenê 20 deqîqeyê wê hatibû weşandin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir