Platforma “IMDB” fîlman bêmişe diweşîne
Platforma Sînema û Televîzyonê “IMDB” li ser sepaneke nû ya bi navê “IMDB TV” re fîlmên sînemayê diweşînin. Temaşevanên sînemayê dikarin fîlman weke bêmişe temaşe bikin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Donanım Günlüğü de cih digire, platforma IMDByê li ser sepaneke nû ya bi navê “IMDB TV” re fîlman diweşîne.
Di “IMDB TV” de fîlm li cihê abonetî dê bi naveroka reklaman bêne nîşandayîn. Sepana mobîl a fîlman pêşî li Amerîkayê û pişt re jî dê li gelek welatan belav bibe.
Di van salên dawî de, hejmara platformên fîlm û rêzefîlman zêdetir dibin, bi mîlyonan temaşevan; fîlm û rêzefîlmên cur bi cur, li ser malperên wekî Netflix, Puhu TV, Blu TV, Hulu de temaşe dikin.
Malpera IMDB ji bo cîhana sînema û televîzyonê çavkaniyeke mezin û girîng e.
Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com