‘Platforma Sînema û Aştiyê’ vîdyoyên li ser aştiyê weşandin
Platforma Sînema û Aştiyê îro ji ser hesabê xwe yê twitterê re gelek vîdyoyên li ser şer û aştiyê weşandin. Platformê di 1’ê Rezberê Roja Aştiyê ya Dinyayê de dest bi xebatê kiribû. Niha jî hesaba xwe ya twitterê vekir û îro li dijî şer gelek vîdyoyên li ser şer û aştiyê weşandin. Ligel vîdyoyan gelek gotinên bi vî rengî ên li ser aştiyê belav kirin: “Ew aştî dê were vir”, “Ji şer kes nikare bi serbilindî û dilşadî vegere; wekî kujer, seqet û mirî veger çêdibe”, “Dersa me aştî”, “Em alîgirê zanistê ku xizmetê jiyanê dike, alîgirê hunera azad û aştiyê ne”.
Her wiha gotina hunermend Aramê Tîgran a wekî “Ez carek din bêm dinê çiqas tang û tifing û sîleh hene ezê hemûyan bihelînim û ji wan tembûr, cumbuş û zirneyê çêbikim.” (Ji bo temaşevakirinê hesabê wan: @BarisveSinema)
Çavkanî: www.Diyarname.com
Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com