Platforma Twîtter Kurdî weke zimanê fermî qebûl kir
Platforma parvekirina civakî ya Twîtter di beşa kategoriyên zimanê de, Kurdî weke zimanê fermî qebûl kir. Bikarînerên platforma Twîtter’ê êdî dikarin di vebijarka ziman a twîtterê de zimanê kurdî tercîh bikin.
Bikarînerên Twîtter’ê dikarin di beşa tercîhên naverokê de ji kategoriyên zimanan, kurdî tercîh bikin.
Di kategoriyên zimanan ên twitter’ê de heta niha 67 ziman weke zimanê fermî hatine qebûl kirin. Di platforma Twîtter’ê de weke mehane 330 milyon bikarînerên çalak (aktîf) hene û bi tenê rojekê de 500 milyon tweet têne avêtin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com