Produksiyona rêzefîlmê “1899”ê hate betalkirin

“1899” yek ji rêzefîlmên herî serketî yên salê bû û li platforma dîjîtal a Netflixê derket li pêşberî temaşevanan. Rêzefîlm, piştî 8 beşên sezona yekem hate betalkirin.

Afirînerê hevpar ê “1899”ê Baran bo Odar li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihand ku produksiyona rêzefîlmê hate rawestandin û êdî beşên wê nayê weşandin.

Rêzefîlmê “1899” di keştîyeke penaberan de derbas dibe û çîroka bûyerên razbar tîne li pêşberî temaşevanan. Projeya “1899”ê ji aliyê Baran bo Odar û Jantje Friese ve hate afirandin û hatibû ragihandin bi tevahî ji heşt beşan pêk tê. Di rêzefîlmê de keştîyeke ji Ewropayê ber bi New Yorkê derdikeve rêwîtiyeke dirêj û li ser bûyerên razbar disekine. Rêwîyên keştîyê ji parzemînên cuda yên cîhanê hatine û bi hêvî û xiyalên nû derdikevin rêwîtiyê. Beşa yekem a “1899”ê di dîroka 17ê Mijdara 2022yê de li ser Netflixê dest bi weşanê kir û bi tevahî 8 beşên rêzefîlmê hatin weşandin.

Produksiyona rêzefîlmê li stûdyoyên sanal ên bajarê Babelsbergê yê Elmanyayê hate afirandin û têde lîstikvanên Emily Beecham, Aneurin Barnard, Andreas Pietschmann û Miguel Bernardeau weke serlîstikvan cih girtin. “1899” dewama rêzefîlmê “Dark”ê (2017) bû.

Deadline.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: