Projeya nû ya Lutfu Îrdemî bû yek ji fînalîstên Pêşbirka Piştgirîya Pêşvebirina Projeyê ya 34emîn Festîvala Fîlman a Enqereyê

(Wêne: ji bernameya sala par)

Pêşbirka Piştgirîya Pêşvebirina Projeyê ya 34emîn Festîvala Fîlman a Enqereyê ji alîyê Weqfa Lêkolîna Ragihandina Girseyî ya Cîhanê ve îsal dê di rojên 2-10ê meha Mijdarê bê lidarxistin ku 12 projeyên berendam ên pêşbirkê diyar bûn. Projeya nû ya derhênerê kurd Lutfî İrdemî ya bi navê “Ölü Fotoğrafçısı” (Wênekêşê Mirîyan) jî bû yek ji fînalîstên Pêşbirka Piştgirîya Pêşvebirina Projeya Dirêj a Neteweyî.

Pêşbirka Piştgirîya Pêşvebirina Projeyê ya Festîvala Fîlman a Enqereyê her sal piştgirî dide ji bo fîlmên yekemîn û duyemîn ên sînemageran. 12 projeyên berendam dê ji bo xelata Pêşbirka Piştgirîya Pêşvebirina Projeya Dirêj a Neteweyî bikevin pêşbazîyê. Bernameya festîvalê îsal di navbera 2-10ê Mijdarê li dar dikeve.

Yekem fîlmê metrajdirêj ê derhêner û wênekêşê kurd Lutfu Îrdemî yê “Pîrebok” di çarçoveya gelek festîvalên fîlman û rojên fîlman de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlmê bi Zazakî “Pirebok” ji 9emîn Festîvala Fîlman a Duhokê ‘Xelata Federasyona Navnetewî ya Rexnegirên Fîlman (FIPRESCI)’ û ji Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Berlînê (2023) ‘Xelata Derhênerîya Yekem a Herî Serketî’ û li bernameya Xelatên Fîlmên Hunerî ya Sofyayê ‘Xelata Herî Serketî ya Hunera Mansîyon’ê girtin.

“Pîrebok” ji aliyê pargîdanîya fîlman a Lands of Cinema ve tê belavkirin û di çarçoveya bernameya Wêjegeh Amedê ya Rêbendanê de û di meha Îlonê de li Bezgîn Bekîr Kulturê, li Amedê hate nîşandayîn. Fîlm, herî dawî li Sofia Art Film Awardsê xelata Fîlmê Sêwirî yê Herî Serketî/Mansiyonê girt. Derhêner Lutfu Îrdem bi kurtefîlmên xwe yên “Cênîya Nêeysayî” (2016), “Fotografçi” (2018) ve tê naskirin û beşdarî li gelek festîvalên fîlman bû.

Fîlmên metrajdirêj, belgefîlm, kurtefîlmên ku dê di beşên pêşbirkê yên 34emîn Festîvala Fîlman a Enqereyê de bikevin pêşbazîyê jî çend roj berê hatibûn eşkerekirin.

Ji bo agahî û bernameya festîvalê:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d