Projeya nû ya Aram Dildarî ji bo m2 Film Labê hate hilbijartin

Bernameya m2 Film Labê bi formateke nû ket sala xwe ya sêyemîn. Bernameya Pêşvebirina Fîlman a m2 ji bo fîlmên metrajdirêj ên yekem an jî duyem piştgirî dide li sînemageran, ji sala 2023yê û heta 2024ê kargeha senaryoyê ya rûbirû û hevdîtinên onlineê li dar dixe. Fîlmên ku dê di bernameya pêşvebirina fîlman de cî bigirin hatin eşkerekirin, projeya nû ya derhêner, lîstikvan û senarîstê kurd Aram Dildarî ya bi navê “Bedewîya Berbad” jî ji bo m2 Film Labê hate hilbijartin.

Aram Dildar, di gelek komên şanoyê de cih girt û bi fîlmê “Press” (2010) cara yekem di fîlmekî metrajdirêj de lîst, derhênerîya kurtefîlmên wekî “Binevş” (2009), “Da”(2015), “Hazirîyek Bo Derengmayînê” (2018) kirin, di hin fîlman de weke alîkarê derhênerê xebitî. Dildar, di gelek televîzyonên neteweyî û navneteweyî de derhênerî û alîkarê derhênerîya bernameyan kirine, di fîlmên “Mûsa” (2012), “Adem Başaran” (2013) û “Biryareke Zor” (2017) de lîstin, fîlmên wî beşdarî li bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî bûn.*

Bernameya Pêşvebirina Fîlman a m2 wekî sala par îsal jî ji aliyê Film Independent û Bûroya Karên Perwerdehî û Çandê ya Wezareta Karên Derveyî ya DYAyê û bi hevkarîya bernameya Global Media Makersê ve tê li darxistin. Di çarçoveya bernameyê de her sal ji bo sînemageran “Kargeha Pêşvebirina Senaryoyê” li dar dixin. Komên projeyên hilbijartî dê beşdarî li xebateke berfireh a senaryoyê bibin ku ji aliyê mentorên kargehên senaryo û derhênerî yên Ruth Atkinson, Neal Dhand û Alî Vatansever ve (Film Independent Global Media Makers (GMM) tê birêvebirin. Bernameya senaryoyê dê di meha Gelawêja 2023yê de destpê bike û heta Gulana 2024ê bi xebatên senaryoyê, li ser mijaren çêkirin, belavkirin û bazargerîya fîlman bidome. Herwiha, platforma dîjîtal a Netflix û m2 Film Labê perwerdeya lêanîna rêzefîlman û kargeha nivîskarîya rêzefîlman li dar dixin.

Projeyên metrajdirêj ên ji bo m2 Film Labê hatin hilbijartin:

Bedewîya Berbad

Derhêner/Senarîst: Aram Dildar
Çêker: Mustafa Koksalan

Bîlmîyorsun, Ama, Bu Kesîn
Derhêner: Sînem Kanat
Senarîst: Onur Sefer
Çêker: Nafiseh Laleh

Zamansız Çocuklar
Derhêner/Senarîst: Ekîn Demîrhanoglu

Her Şeyî Hatirlarmiş Gîbî
Derhêner/Senarîst: Barîş Fert
Çeker: Îpek Erden

Onu Ellerînden Tanidim
Derhêner/Senarîst: Omer Çapoglu
Çêker: Nadîr Operlî, Ahmet Arîf Sungar, Îrem Akbal

Saadet
Derhêner/Senarîst: Ayça Çîftçî
Çêker: Elîf Akçali

Tavşan
Derhêner/Senarîst: Abdullah Ridvan Can

Teslîmîyetîn Tarîhî
Derhêner/Senarîst: Tîlbe Cana Înan
Çêker: Yelîn Mckay

Tuvaras
Derhêner/Senarîst: Nurî Cîhan Ozdogan
Çêker: Hayet Benkara

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir