Projeyên m2 Film Labê hatin eşkerekirin

9 projeyên ku ji bo m2 Film Lab “Kargeha Pêşvebirina Senaryoyê” hatine hilbijartin diyar bûn. Xebatên kargeha senaryoyê û çêkirina fîlman îsal cara duyem wê di navbera dîrokên 8-12ê meha Îlonê û 18-20ê meha Mijdarê de bêne li darxistin.

m2 Film Labê her sal ji bo sînemageran “Kargeha Pêşvebirina Senaryoyê” li dar dixe ku îsal 9 proje ji bo bernameya hatin bijartin.

Civîna yekem a senaryoyê dê di meha Îlonê de li Stenbolê rûbirû bê li darxistin. Piştre, komên projeyên hilbijartî dê beşdarî li xebateke berfireh a senaryoyê bibin ku ji aliyê mentorên kargehên senaryo û derhênerîyê Ruth Atkinson, Neal Dhand û Alî Vatansever ve (Film Independent Global Media Makers (GMM) tê birêvebirin. Di kargeha sînemayê de çalakîyeke bi navê “masterclass” jî tê li darxistin ku hemû profesyonelên sektorê û xwendekarên sînemayê dikarin beşdarî li bernameyê bibin û mêvana yekem a bernameyê, şêwirmenda senaryoyê Karol Griffiths e ku dê di derbarê edîtorî û nivîsîna senaryoyê biaxive û wê bi gelek derhênerên navdar ên Birayên Coen û Steven Spielberg, Seth Macfarlane û Pamela Fryman ve xebitîne. Karol Griffiths ji zêdetirî 20 salan e şêwirmendîya senaryoyê dike û li ser pêvajoya çêkirina fîlman pirtûkeke bi navê “The Art of Screen Editing” (2015) nivîsîye.

Projeyên ku ji bo m2 Film Lab “Kargeha Pêşvebirina Senaryoyê” hatine hilbijartin:

  • Ben Yolumu Kaybettîm (senarîst û derhêner: Kerem Yukseloglû, Çêker: Îpek Erden)
  • Canimiz BÎraz Yanacak (senarîst: Elîf Danyal, senarîst û derhêner: Zeynep Dîlan Suren)
  • Dunyamin Sonû (senarîst û derhêner: Halît Eke)
  • Esma (senarîst û derhêner: Şeyhmus Altun, yapımcı: Fevzîye Hazal Ertek, Yonca Erturk)
  • Guve (senarîst û derhêner: Asli Akdag, çêker: Bîlal Bagcı)
  • Înat (senarîst û derhêner: Orhan Înce)
  • Înce Bîr Alaydan (senarîst: Onur Sefer, derhêner: Ozan Takiş, çêker: Tolga Topçû, çêkerê hevpar: Bertu Yılmaz)
  • Sut Çîftlîğî (senarîst û derhêner: Elîf Eda Karagoz, çêker: Enes Erbay)
  • Veha (senarîst û derhêner: Elîf Sözen)

Kargeha senaryoyê ya m2 Film Labê sala par weke online hate li darxistin û îsal bi hevkarîya GMM û bi piştgirîya Mîsyona Dîplomatîk a Tirkiye-DYA ve, li Tirkiyeyê tê li darxistin.

Civîna duyem a çalakîya sînemayê di meha Mijdarê de destpê bike ku dê li ser mijarên çêkirin û bazargerîya fîlman bixebite.

Ji bo agahî m2filmlab.com

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir