Qalîteya Kurtefîlma “Hazirîyek Bo Derengmayînê” û Înşakirina Kurdekî Nû

“Her çîyî wextê xo de weş bî ma her çîyê xo de erey kewtibi” Roşan Lezgîn

Ji ber Şewba Vîrûsa Coronayê, Şanoya Bajêr a Amedê çend listikên xwe û gelek derhênerên kurd jî fîlm, kurtefîlm û belgefilmên xwe li ser platformên medyaya civakî weşandin. Derhênerê ciwan ê sînemayê kurdî Aram Dildar jî kurtefilma xwe ya bi navê “Hazirîyek Bo Derengmayînê” parve kir.

Aram Dildar, kurtefîlma xwe ya “Hazirîyek Bo Derengmayînê” di sala 2018an de kişandîye. Fîlm, 14 deqe û 30 sanîye ye. Berî vê jî di sala 2009an de, bi navê “Binevş”, di sala 2010an de bi navê “Tixûbên Nepenî” û di sala 2015ande bi navê “Da” sê kurtefîlm kişandine. Dildar, wekî listikvan, alîkarê derhêner û derhêner, di çend xebatên din de jî kar kiriye.

Min dema cara yekem berê xwe da kurtefilmê, tişta ku hat bîra min ev bû: Dildar, bi kurtefilma xwe ya “Hazirîyek Bo Derengmayînê” qalîteya sînemaya Kurdî berz kirîye…

Hazirîyek Bo Derengmayînê: Navê kurtefîlmê ewqas felsefîk û ontolojik e ku tenê ji ber navê xwe dikare xwe bi mirov bide temaşekirin. Wekî dîyardeyekê, hazirî bi dema bê re, derengmayîn jî bi dema borî re peywendîdar e. Derengmayîn, di konteksa kurtefilmê de, bi dema bê ra têkildar e. Derengmayîneke ku hêj dest pê nekirîye. Derengmayîneke ku li siberojê-dahatûyê li benda lehengê kurtefîlmê ye. Gelo derengmayîneke çawa li hêvîya wî ye?

Navê lehengê kurtefîlmê Selîm e; kesêkî henûn û di halê xwe de ye, ew bi şofêriya teqsiya ticarî debara xwe dike lê ji ber ku teqsîya wî gelek kevn û xurda bûye û tim xira dibe, kare wî ne li rê ye û nameşe. Çîroka kurtefîlmê ji vir derdikeve.

Selîm, rojekê li qehwexane dibihîzê ku dewlet ji bo kirîna maşîneyan alîkariyê dide astengdar û kêmendaman. Selîm jî hewl dide ji bo bavê xwe rapor derbixe û bi vê rêyê teqsiyeke nû bikire. Gelo çima kirîna maşîneke nû ji Selîm rê ewqas ferz bûye? Bi axaftineke wî ya bi telefonî, bersiva vê pirse zelal dibe; jiyaneke ku Selîm naxwaze jê re dereng bimîne heye.

Wekî ji navê kurtefîlmê jî dîyar dike ku temaya sereke ya kurtefilmê derengmayîn e. Derengmayîn, mehrummayîn, wendakirin; nejiyîn e. Selîm dê ji kîjan jiyînê mehrum bimîne û dê kijan jîyînê wenda bike? Gelo Selîm dê ji evîna xwe re dereng bimîne û ji mirazên xwe mehrûm bimîne? Gelo heta dawiya emrê xwe, wê evîna wî ya bêmiraz dê wî biêşine û jê re bibe kul û keser?

Qedera Selîm bi kirîna maşîna nû ra hatîye bestin: Ji bo ku Selîm dereng nemine, derfet an jî hêviyek maye; bi rapora bavê xwe, kirîna teqsîya nû. Wekî nav, “Bo Derengnemayînê Dawîtirîn Hêvî”, zêdetir li naveroka kurtefilmê tê. Selîm tam êdî dê rapora bavê xwe werbigre lê bavê wî ji vê dinyayê bar dike. Kurtefilmê, xwe li ser mirina bavê wî ava kirîye. Gewretirîn qalîteya kurtefilmê jî tam ji vir derdikeve:

Em gelek kes dizanin ku bi kîjan têkilîyên ne etîk û ne qanunî rapor tên derxisitin. Jixwe derhêner, di kurtefîlmê de wan têkilîyan nîşanî me dide. Selîm jî bi wan têkilî an jî rêbazan dixwaze ji bavê xwe ra raporê derbixe. Di gelek filmên Îranî de, bi taybetî jî di yên Macit Macidî de determînîzmeke edaletê îlahî heye. Di vê kurtefîlmê de jî mirov dibêje qey, ji bo ku Selîm li gorî etîk û qanûnê tevnegerîyaye, mirina bavê wî, ji wî re bûye wekî cezakirineke îlahî.

Ji ber ku “Hazirîyek Bo Derengmayînê”, kurtefîlmeke kurdî ye, em nikarin derhêner, bi sedema ku li gorî “hiqûq”ê hereket nekiriye rexne bikin û bidarizînin. Yek; di peywendîya serdest û bindestan de, ne rast e ku derhênerekî netewa bindest, xwe wekî etîkparêz û hiqûqparêz bibîne. Berevajîyê vê; di vê yekê de derhênerek, nivîskarek an jî hunermendekî netewa bindest, heke wilo tevbigere, ev dê bibe xwebîyanî û nezanîya wî-wê!…
Ya duduyan jî, em ferz bikin ku Selîm ew cezayê îlahî heq kirîye. Ma li vir jî bêedaletîyek tune ye gelo? Berî ku Selîm ji bo vê kiryara xwe bê darizandin û tawanbarkirin, divê struktura civakî; şert û mercên ku vê kiryarên bi Selîm daye kirinê bê darizandin. Çimkî wî ji neçariyê, ji xwe re rêyeke wilo peyda kirîye, Selîm mexdûrê şert û mercên sosyolojîk e.

Derhêner, neketîye hişmendîya xwebîyanîbûn û nezanîya rewşenbîr û takekesên netewa bindest, wekî takekesek û derhênerek neteweke bindest lê bi hişmendîyeke azad û ronak, bi mirina bavî re, têkilîya kurdan û serdestan, bi me dide pirsyarkirin. Dibe ku lehengê xwe ji derengmayînê rizgar nekirîye lê lehengê xwe ji koletîyê rizgar kirîye. Mirina bavê wî, ne wekî cezakirina Selîm, bereksê wê mîna azadkirina Selîm nîşanî me daye. Ku bavê wî nemirîyana, dewlet dê bibûna wekî xelaskarê Selîm. Ew dê ji nebûna derengmayî re bibûna kole.

Di têkilîya kole û efendî de, nêrîna herî kûr a kole ew e ku ew dibêje qey bê efendî nikare bijî, ji hêla ekonomîk re ew tim rajêrî efendî ye. Aram Dildar, bi kurtefîlma xwe vê ferasetê dişkîne. Ew, lehengê xwe, ji koletîya rajêrîya ekonomîk azad dike û lêgêrînên nû dide ber wî.

Gelo Selîm piştî ji koletîyê azad bû divê ji derengmayînê xwe çawa azad bike? Mirina bavê wî bû sedem ku xwe ji derengmayînê rizgar neke, jixwe heke bikira jî ne xwe rizgarkirin, dê xwe kolekirin bûya. Rastî ew e ku bi vê rêyê xwe azad nekirîye. Lê ji bo ku li hemberî derengmayînê têk neçe, rîyên din lazim e bê dîtin. Ev rê jî di sînemaya kurdî, edebîyata kurdî, muzîkê kurdî re derbas dibin. Ji bo ku Selîm (em her yek Selîmek in) ji derengmayînê azad bike, sînemaya kurdî çi riyan nîşanî me dide?

Em kurd netewek derengmayî ne, mirov dibêje qey derengmayîn bûye qederê me, ji ber vê jî derengbûyîn, li ser me bûye dîyardeyeke kompleksî û patolojîk. Sînemaya kurdî bi înşakirin û afirandina kurdekî nû; afirandina takekesiyeke Kurd, dikare Kurdan ji derengmayînê û pirsgirêkên din azad bike!…

Giringîya din a kurtefilma Hazirîyek Bo Derengmayînê ev e ku, di nava xwe de çirûsk û nîşaneyên înşakirina kurdek nû û afirandina takekes dihewine. Bi xebatên baştir ev nîşanayê bibin realîte me.

Nivîs: Welat Ramînazad

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: