Qalîteya “Pantor”: Bajar, Wendabûn, Avakirina Bajarîbûnê û Pirsek Li Ser Xelatên LKFF’ê

Nivîs: Welat Ramînazad

Di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ya 11. De, 53 kurtefîlm û belgefîlm hatin nîmayîşkirin. Min hemû fîlm temaşe kirin. Ez dikarim bêjim ku piranîya fîlman xwe li ser feqîrîbûnê ava kiribûn û mekanên wan jî gund bûn.  Ji wan fîlman yek jî, “Pantor”a Tehsîn Ozmenî bû.

Bi vê gotina Michel Foucault fîlma “Pantor” dest pê dike. “Heke li derekê her kes bişibe hev, li wê derê tu kes nîn e.” Ji vê gotinê em dikarin pê derxin ku fîlm ji xwe re çi kirîye kul û derd. Di paşxaneya fîlmê de yekrengîya rejîma Kemalîst a Komara Tirkîye heye. Fîlm encameke vê hemanbûyînê; yekrengbûyînê ji xwe re  problematîze dike.

“Pantor” li gundekî derbas dibe, ji ber guherandina qanûna cil û bergan, gundî edî nikarin bi cîlên xwe yên netewî herin bajar, divê bi pantor biçin. Em di fîlmê de dibînîn ku gundîyan ji xwe re çawa rêbazeke trajîkomîk peyda kirine ji bo ku biçin bajarî. Ev rêbaz me gelek dide kenandin.

Herçiqas fîlmê rasterast têkilîya gundîyan bi bajarî re problematîze nekirîye jî, di vê konteksê de fîlm gelek malzeme dide me, em dikarin gelek tiştan bi ser fîlmê re bixwînîn. Bi min giringî û cîyawazîya fîlmê jî div ir de ye: Fîlm problemeke bingehîn a Kurdan dide nîşandayînê. Kurd cara yekem çawa bi bajarî re ketina peywendîyê? Fîlm bersiva vê pirsê dide me.

Yek jî pirsgirêka bingehîn a Kurdan bajarvanî ye. Em dikarin bibêjin piranîya problemên ku Kurd îro dijîn û hêj jî nikarin çareser bikin, bi bajarîbûnê re têkildar in. Bi peywendîdarîya bajarî, di me kurdan de gelek krîzên sosyolojîk, psîkolojîk, ontolojîk, şok, nexweşî, pirsgirêkên cur bi cur peyda dibin. Mînak; îro di nava kurdan de asîmîlasyon ewqas xurt û zêde belav bûye, sedema pêşîn a vê yekê, bêbajarîbûn e. Çimkî habîtata Kurdan gund in, ne bajar. Ji ber ku habîtata me ya bajarvanî; kultur û tradîsyona me ya bajarîbûnê tune ye, dema ku em bi bajarî re dikevin têkilîye, em parçe û wenda dibin.

Listikvanî, dekorên fîlmê bêhempa bûn. Bi taybetî jî listikvanîya Dilo(Suat Usta) muhteşem bû. Dilo xwe û hevjîna xwe bi zor û bela digihîne bajarî, hevjîna wî dema ku vedigere gund, em ji wê fêr dibin ku Dilo wenda bûye.

Di sînemaya kurdî de cara yekem, di fîlma “Sürü” ya Yılmaz Güneyî de rewîtîya Kurdan a ber bi parçebûyînê de em dîbînîn: “Sürü”yê bînin bîra xwe, di sehneyên dawî de, malbat li navenda Enqerê çawa parçewerçe dibe. Ger em di navbera “Sürü” û “Pantor”ê de peywendîyekê durist bikin, em dikarin bibêjin ku “Sürü” wekî dewama “Pantor”ê ye, an jî ji bo berdewamîya “Pantor”ê dikare ji me re bibe cewabek.

Di malpera helbestakurdî.com de, min bi navê “Berken Bereh; helbestkarê ku evîna xwe bêcîûwar nahêle” gotarek xwend. Gotara Dilawer Zeraqî bû. Ew di vê gotara xwe de nîşanî me dide ku Berken Bereh çawa bi helbestên xwe hewl daye ku bajarîbûnê, bajarvanîyê ava bike: “Lê tiştekî dîtir û rajortir heye ku; ev şûngeh têra Berken Bereh nake û ew dixwaze bila şûngeha helbesta wî bibe ‘BAJAR’; loma jî şûngeha helbesta Berken Bereh, ne wek şûngehekê ye ku bes ji axê pêk tê; lê belê ew bajarê xwe; wekî şûnewarekî jiyînê, ku lê; dîtin, hewandin, navlêkirin, qebûlkirin, rapirsîn-vepirsîn, jêfamkirin, hejlêxistin, veavakirin, guhertin, xurtkirin, veguherandin û geşepêdan, li dar e -ku ev hemû taybetiyên ‘bajarîbûnê’ ne-; xeyal dike, difikire; û ava dike.”

Sînemaya kurdî, ji bo ku em bajarîbûna xwe ava bikin; em bibin bajarî, em di bajaran de wenda û perçe nebin, bajar jî bikin wekî habîtata me, çi pêşkeşî me dike, xwedî kîjan bername, plan û projeyan e û çi hewlên wê hene? Mînak, em bibêjin ku Tehsîn Ozmen di berdewamîya vê fîlma xwe de fîlmeke din çêkir, gelo di vê fîlmê de ji bo Dilo li bajêr parçe nebe, xwebûna xwe wenda neke, tiştek çawa pêşnîyazî me dike? Em di fîlmê de dibînîn ku gundî, bi taybetî jî Dilo çawa kêfxweş e, ji bo Dilo di bajarî de kêfweşîya xwe ji dest nede, wekî derhêner çi ji destên Tehsîn Ozmenî tê?

Zemanê fîlmê, salên sihî bûn lê xetayeke anokronîk a berbiçav tûnebû. Ruhê wî zemanî dide temaşegerê xwe, bi wan dide hîskirin. Ji vê hêlê ve film, gelek biserketî bû.

Ji bîlî çend sehneyan, estetîka fîlmê em dikarin bibêjin ku bêqisûr bû. Gundekî rêkûpêktir û xweştir bibûna, qalîteya estetîka fîlmê wê bilindtir bibûna.

Xwezî derhêner hinek mudaxaleyî realîteyê bikirina, ew biguheranda. Ne gundîyên hêjar, feqir û nezan, gundîyên dewlemend, hişyar û zana…

Nîmayişkirina “Pantor”ê di roja dawî ya festîvalê de bû, piştî temaşekirinê min xweb xwe got; teqez ev film dê xelatekê werbigire. Çimkî li gel qelsîyên xwe, yek ji fîlmên herî baş ên festîvalê bû.

Min li jorê jorê gotibû, ji fîlma pêşîn hata paşîn, min hemû fîlmên festîvalê temaşe kirin lê ji bîlî “For Camera” fîlmên ku xelat wergirtin, ez pê qayîl, îqna û tatmîn nebûm ka çima xelat dane wan.

Xelata fîlma herî baş, fîlma bi navê “Two Ends Of A Bridge” stend. Xelata rûmetê jî fîlma “For Camera” Girt. Fîlmên “The Heart Of Raqqa” û “ Slaughter” jî xelata taybet a mansîyona jûrîyê wergirtin.

Bi rastî ez li hêvîyê bûm ku “For Camera”  xelat wergire, çimkî belgefîlmeke gelek wêrek û realîst bû. Min qet îhtîmal nedida ku “Two Ends Of A Bridge” xelatekê bigre, çimkî gelek fîlmên ji wê baştir hebûn; mînak “Trouser” (Pantor), “Portal”; vê fîlmê gelek resen bû, hêj jî min fehm nekirîye çima xelata herî baş dane vê fîlmê. Çimkî ev fîlm tiştekî ku em nizanin, tiştekî nû nîşanî me nade. Di “ Slaughter” de îmajeke Kurdan a gelek xirab heye. Ji ber vê; qet ne hêjayî xelatê bû. Belgefîlma bi navê “Yar” a Aram Hassan  jî hêjayî xelatê bû û ji  belgefîlma “The Heart Of Raqqa” çend qat baştir bû.

Gelo qalîte, kûrbûn û cîyawazîya wan fîlman çi ne ku xelat dane wan?

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: