Qeder, Biryar û Bextê Xirab
Nivîs: Azîz Arslan
Di jiyana Wîtek de sê îhtîmal. Fîlm, li derdora van îhtîmalan derbas dibe. Wîtek sê caran ber bi trênekê de baz dide. Di îhtîmala yekem; digihîje trênê û li cihê ku diçe Partîya Komunîst nas dike. Di îhtîmala duyem de; dema baz dide ew berpirsyarê îstasyonê li binguhê hev dikevin, pev diçin û dikevî hepse, li hepsê, dikeve nav partîyek û dibe katolîk. Di îhtîmala sêyemîn de; nagihîje trênê û vedigere mal, dizewice û dibe doxtorek bi zarokên xwe re dijî. Lê di her sê versîyonan de jî li jina ku jê hez dike rast tê.
Di jiyana xwe de em her gav mecbûr in biryarek bidin. Wek mînak niha te biryarek da ku tu vê nivîsê bixwîne. Xwendina vê nivîsê texmîni 5 deqe ye. Wexta te biryara xwandina vê nivîsê nedana belkî te li ser Instagramê wêneyê jinek/mêrek bidîta û jê re binivîsa. Paşê we biryara hevdîtinê bida û hev bidîta. Pişt re wê tekiliya we dewam bikira û belkî ji hûn bizewicîya û zarokek we çê biba. Pişt re hûnê rojekê pevbiçûna û yekî ji we wê bigota lanet bê li wê roja me hev naskir. Yanî lanet bê li vê nivîsa min.
Bi biryarek me hezar îhtîmal derdikevin. Li gel ewqas îhtîmal emê çawa zanibin kîjan biryar berê me dide başîyê kîjan biryar berê me dide xirabîyê. Dema te biryara xwandina vê nivîsê da te dev ji tiştan berda. Dibêjim te dev jê berda an tu dibe qey min dev jê berda. Lê bo Wîtek ev ne derbasdar e. Ji ber ku gihîştin u negihîştin a trênê ne biryara Wîtek bû. Ev îqtîdara xwedayî ye, xwezayî ye, qeder e an bi peyva Deleuse “Rhizome” (şax) e? Bawerîya Îslamê vê wek “îradeya kullî û îradeya cuzzî” binav dike. Di gihîştin û negihîştin a trênê de îradeya kullî heye. Yanî tişta ku Wîtek nikare mudaxale bike. Tevlî vê katolîkbûn “helal” komînistbûn “heram” e. An mirov dikare bêje; “A li enîya te nivîsi ne qeder e, soneya serpêhatîya temenê te ye.” Binavkirina vê mijarê meseleyek din e, lê li gorî Spînoza, “Rasthatinên me an qudreta hebûna me zêde dike, an kêm dike.” Her kes di dîroka hebûna xwe de, bi saya van rasthatinan dibe tiştek, hînî tiştekî dibe, dibe evîndar, jibîr dike an dimire. Çiqas em wan rasthatinan zêde bikin, ewqas dikarin xwe kişf bikin. Sedemên qudreta hebûna min zêde dike çi be, divê ez wan hîn bibim. Îqtîdara ku nahêle rasthatin zêde bibe “bextê xirab” e.
Di nava ewqas algorîtma ez kî me, tu kî ye ew kî ye? Hebûna me bi çi têkîldar e. Dekart dibêje “difikirim, wê çaxê ez heme”. Gava mirov Spînoza dixwîne dixwaze vê pirsê ji Dekart re bike; Tu kî ye? Din nava van pirsan de mirov çawa dikare xemgîn nebe. Li gor pirtûka Çetîn Balanuye, kêfa Spînoza ji hayedarbûna van sedema tê.
Dawiya dawî, Sedema her tiştî heye û her wext rêyek duyemîn heye.
*Spinoza’nın sevinci nereden geliyor. ÇETİN BALANUYE, Weşanên Ayrıntı
*Kör Talih (1987)
IMDB: 7,9/10
Przypadek (original title)
1h 54min | Drama | 10 January 1987 (Poland)
Director:Krzysztof Kieslowski
Writer: Krzysztof Kieslowski
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com