Qîrîna Bêdengiyê û Hêviyê: “Gavê Leglegê Ku Biderengî”

Çîrokbêjekî nûjen e derhênerê navdarê Yewnanistanê Theodoros Angelopoulos, qala çîrok û stranên qedîmê ve dike û bi kamera xwe re me hilgire, di sînor û asoyên cîhanê de digerine.

Wekî filmên; “Nerîna Ulîsê” (1995), “Bêdawî û Rojekî” (1998), “Mêrga Digirî” (2004), û “Xubara Demê” (2008) yên Theodoros Angelopulosê, fîlmê wî ya bi navê “Gavê Leglegê Ku Biderengî” (1991) jî gelek bandor bi min kirin.

Derhênerê navdar, di dilê jiyanê û xwezayê de qala çîrokên qedîm û rojaneyê ve dike û rewş û sîtavên ên Rojhilatanavîn, Herêma Balkanan, Egeyê û hemû erdnîgariya cîhanê nîşan dide.

Çîroka filmê “Gavê Leglegê Ku Biderengî”, di nav sînorekê de destpê dike û qala jiyanên Penaberan, Rojnamevanekî û Siyasetmedarekî ve dike.. Di rêwîtiyê de, bi nêrîna Rojnamevanekî ciwan re; ji aliyekî rûyê hêviyê û windakirinê û ji aliyekî jî dilê êşan û hezê xuya dibin..

Dengên atmosfera newayan, xwezaya jiyanê û rengê qîrîn û hêviya hemû mirovahiyê mezin dibin…

Di stasyoneke Trênê de, zêmar û girînên Dayîkên Kurdan tên bihîstin û li dû dengekî nêzîk dibêje “Em ê Bi Serkevin”, ev qîrîna ku têne bihîstin dengê hemû Mirovahiyê ye…  Jiyanên Penaberî, rengê sînorê, windakirin û lêgeran, newayên stran û kilaman, dengê bêdengiyê, robarê û kolanan bi hev re diçe…

Sehneya veqetaneke jandar û derketina dîrekên elektrîk qor bi qor xuya dibin…

Di herikîna ruhê demê de, li dû dawiya çîrokan; rêwîtî û dest pê kirinên nû hene.. Jiyan bixwe rêwîtiyeke dirêj û westiyayî ye, di dawiyê de rojek rengê şînbûna biharê vedibe..

Di nav filmên Theodoros Angelopulosê de; kirûya sînor, penaberî, azadî, bêdengî û evîn ciyekî gelek girîng digirin. Ji ber ku sînor; êş e, hesret e û birîn e, di avên behrekê de mirovên tenê mayînê ne û rûyê penaberiyê ye… Hez; hestekî çavkanî û jiyan e, a ku dilê mirovan mezin dike hez e û evîn e, ramanên rastîn û nemir bi hezê re şînbûna biharê xwe tînin…  Bêdengî qala gelek tiştan ve dike, di navbera ruhê jiyanê de bêdengî bi xwe deng û rengên ên nû berhev dike, mirov di bêdengiyê de dikare dengên jiyanê û xwezayê bibihîse, ango bêdengî hilmên dengan xuya dike û hez dilê hêviyê ye…

Filmên Theodoros Angelopulosê di hemû cîhanê de dengvedan û bûn klasîk. Derhênerê mezin di nav sînemayê de zimanekî helbestkî û taybetmend afirand û bi peyv, dîmen û newayên xwe bû nemir. Ev fîlmên bîrawer, bûn germa hêviya hemû Bindest û Rencberên Mirovahiyê û Xwezayê, di rê de hertim dê roniyeke bêdawî bibin…

“To Meteoro Vima Tou Pelargou” (Gavê Leglegê Ku Bi Derengî / Leyleğin Geciken Adımı / The

Suspended Step of the Stork) – 1991 – Derhêner: Theodoros Angelopulos û Senaryo: Theodoros Angelopulos, Tonino Guerra, Petros Markaris

Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

(Ev Nivîs, di hejmara yekemîn a E-Fanzîna “Sînemaya Serbixwe” de hate weşandin / Hejmar 1 – Berfanbar – 2018)

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: