Qîrîna Dînekî

Wergera ji îtalî: Hefsika Çirî

Di heman demê de nikarim xwe ji aqil û laşê xwe vedizim. Ji lewre ez nikarim hew bibim kesek. Di heman kêlîkê de ez hest pê dikim ku dinyayek tişt im. Ostadên zêde gewre neman. Xerabiya jidilûberra ya çaxê me ji loma ye. Riyên dilan bi siyê hatine nixumandin.

Divê em guh li wan dengan bidêrin ku berradayî mina ne. Divê vizîna kêzikan têkeve wan mejiyan ku tijî ne bi dîwarên mekteban, asfalt û boriyên qenalîzasyona dirêj a reklamên xweşguzariyê. Divê em guh û çavên her kesî dagirin bi wan tiştên ku destpêka xewneke bala ne. Bila yek bike qîrîn ku em ê bikaribin pîramîdan lê kin. Lênekirina me hêç e. Divê em wê viyanê xwedî bikin, û mîna rûberekî bêsînor qorziyên ruh sist bikin. Heke we pêşketina dinyayê bivê, divê hûn dest bidin bo hev û du. Divê em ew ên ‘kenehû sax’ berra nav yên ‘kenehû nesax’ bidin.

Gelî saxino!

Ma saxbûna we bi kêrî çi tê. Çavên hemû serreşan li wê bîrê mêze dikin ku em noq dibinê. Azadî betal e, ger nîn be ew cegerê we yê ku hûn ê pê li bîbikên me binêrin, bi me re bixwin-vexwin û di ber me de razin! Ew ên ‘kenehû sax’ dinya berev kavilbûnê birine.

Gelî serreşino guh bidêrin!

Di naxê we de av, agir û bi dû re xwelî û hestiyên di nava xweliyê de û xwelî. Hestî û xwelî! Di nav rastiyê de yan jî di xeyalan de ku ez ne ez im, li kû me? Aha ji we re peymana min a nû: Divê di şevan de ro hilê û di tebaxê de jî berf bibare. Tiştên mezin diqedin, lê yên piçûçik dimînin her. Ji dêvla belavbûna bi vê xezebê, divê civat ji nû ve li hev bibane. Tek tenê li xwezayê binihêrin, hûn ê bibînin bê jiyan çendî pûç e. Divê em li wî qonaxî vegerin ku em çaxekî lê bûn, li wî qonaxê ku em jê xalifîn. Bêyî ku em avê şîlo bikin divê em li riknên jiyanê yên asasî vegerin. Ger ku peyayekî dîn liberxweketinê li we diferimîne, ev dinyayeke çilo ye!

A niha muzîk.

Ya dê! Ew tişta sivik hewa bûye ku li dor serê te çerx dida û bi kenê te re sayî dibû. Muzîk bi kêrî tiştekî nayê.

*Gotara sehneya dawîn ya fîlmê Nostalgia, yê derhênerê rûs Andrey Tarkovskî, ku di 1983yan de li Talyayê kişandibû.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: