Quentin Tarantino lîsteyeke fîlman parve kir
Di van rojên coronayê de gelek derhêner, sînemavan û nivîskar ji bo temaşevanên sînemayê lîsteyên fîlman amade dikin û li ser medyaya civakî an jî malperên nûçeyan parve dikin.
Derhênerê navdar ê cîhanê Quentin Tarantino jî lîsteyeke fîlman ku di rojên karantînayê de temaşekirine ji bo temaşevanan parvekirin û tê de fîlmên wekî; “Apocalypse Now”, “Dazed and Confused”, “The Good, the Bad and the Ugly”, “Taxi Driver” jî hene.
Quentin Tarantino herî dawî fîlmê ”Once Upon A Time In Hollywood” (2019) kişand û di bernameya gelek festîvalên fîlman de xelat girtin. Quentin Tarantino li seranserî cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “The Hateful Eight”, “Pulp Fiction”, “Kill Bill”, “Inglourious Basterds”, “Reservoir Dogs” ve tê naskirin.
Lîsteya fîlman a Quentin Tarantinoyî:
“The Good, the Bad and the Ugly” (1966) / Derhêner: Sergio Leone
“Apocalypse Now” (1979) / Derhêner: Francis Ford Coppola)
“The Bad News Bears” (1976) / Derhêner: Michael Ritchie
“Carrie” (1976) / Derhêner: Brian De Palma
“Dazed and Confused” (1993) / Derhêner: Richard Linklater
“The Great Escape” (1963) / Derhêner: John Sturges
“His Girl Friday” (1940) / Derhêner: Howard Hawks
“Jaws” (1975) / Derhêner: Steven Spielberg
“Pretty Maids All in a Row” (1971) / Derhêner: Roger Vadim
“Rolling Thunder” (1977) Derhêner: John Flynn
“Sorcerer” (1977) / Derhêner: William Friedkin
“Taxi Driver” (1976) / Derhêner: Martin Scorsese
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com