Quentin Tarantino lîsteyeke fîlman parvekirin

Di van rojên Coronayê de gelek derhêner, sînemavan û nivîskar ji bo temaşevanên sînemayê lîsteya fîlman amade dikin û li ser medyaya civakî an jî malperên nûçeyan parve dikin.

Derhênerê navdar ê cîhanê Quentin Tarantino jî lîsteyeke fîlman ku di rojên karantînayê de temaşekirine ji bo temaşevanan parvekirin û tê de fîlmên wekî; “Apocalypse Now”, “Dazed and Confused”, “The Good, the Bad and the Ugly”, “Taxi Driver” jî hene.

Derhênerê navdar Quentin Tarantino herî dawî fîlmê,”Once Upon A Time In Hollywood” (2019) kişand û di bernemaya gelek festîvalên fîlman de xelat standin. Quentin Tarantino li seranserî cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “The Hateful Eight”, “Pulp Fiction”, “Kill Bill”, “Inglourious Basterds”, “Reservoir Dogs” ve tê naskirin.

Lîsteya fîlman a Quentin Tarantino’yî:

“The Good, the Bad and the Ugly” (1966) / Derhêner: Sergio Leone

“Apocalypse Now” (1979) / Derhêner: Francis Ford Coppola)

“The Bad News Bears” (1976) / Derhêner: Michael Ritchie

“Carrie” (1976) / Derhêner: Brian De Palma

“Dazed and Confused” (1993) / Derhêner: Richard Linklater

“The Great Escape” (1963) / Derhêner: John Sturges

“His Girl Friday” (1940) / Derhêner: Howard Hawks

“Jaws” (1975) / Derhêner: Steven Spielberg

“Pretty Maids All in a Row” (1971) / Derhêner: Roger Vadim

“Rolling Thunder” (1977) Derhêner: John Flynn

“Sorcerer”  (1977) / Derhêner: William Friedkin

“Taxi Driver” (1976) / Derhêner: Martin Scorsese

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: