Qurbanîyên Kurtefîlma Çawerrê Debim

Nivîs: Welat Ramînazad

Min derfet dît li bernameya Yekemîn Festîvala Kurtefîlmên Dostaniya Navnetewî ya Stenbolê. Di bernameya yekemîn festîvalê de ji derhênerên Rojhelatê sê kurtefîlm hebûn: The Sea Swells a Amir Gholamî, 16′, The Last Embrace a Saman Hosseinpuor 4′ û Fyling Fishes a Mohammad Towrivarian 14.38′ bû. Ji nava wan derhênerên Rojhelatî tenê kurtefîlmê Amir Gholamî bi kurdî bû, ên din jî bi farsî bû. Saman Hosseinpour ji Seqizê, Mohammad Towrivarian jî ji Sinê ye. Çend kurtefîlmên din ên bi zimanê kurdî hebûn, ew jî ji Bakur bûn lê ji Başûr û Rojava ti kurtefîlm tune bû.

Lê îsal di bernameya festîvalê de tenê ji Başûr kurtefîlmek hebû, ji Rojhelat û Rojava ti kurtefîlm tune bû: Kurtefîlmê ji Başûr bi navê Çawerrê Debim( I will wait) a Mihemed Şerwanî(Mohammed Sherwani) bû, dema wî 11.11′ bû .

Bifikirin di welatekî de şerek heye. Mirovek jina xwe ya xweşik û kurê xwe yê piçûk dihêle û diçe şer.  Jin bi kurê xwe ra bi tena serê xwe dimîne. Jin li hêviyê ye ku mêrê wê ji şer vegere. Lê nizane mêrê wê dijî an mirî ye, aqûbeta mêrê xwe nizane. Nediyariyek heye.  Jin ji bo ku debara xwe bike divê bixebite lê ciyê wê tune ye ku kurê xwe bihêle.  Her roj kurê xwe li ciyekî dihêle, diçe ser karê xwe.  Di loqenteyekê de firaqan dişo lê ji ber kurê xwe her tim dereng tê ser kar, ji ber vê jî bi xwediyê loqenteyê ra probleman dijî. Ne merivên jinikê, ne jî merivên mêrê wê, ne ji gel ne jî ji hikûmetê ti kes alîkariya wê nake. Ji wê ra dibêjin edî li hêviya mêrê xwe nemîne, ji xwe ra bizewice. Piraniya civakê muameleyeke xirab lê dike. Lê ew rexmî hemû zehmetiyan û xirabiyan li ber xwe dide.

Mimkun e gelo çîrokek bi vî rengî hebe?  Jinik û kurê xwe bi tena serê xwe mane lê  ti kes alîkariya wan nake, xwedî li wan dernakeve?

Kurtefîlmê Çawerrê Debim, li bajarekî Başûr hatiye kişandin lê em nizanin kîjan bajar e. Mijara kurtefîlm ew e ku mêrê jinekê çûye şer. Jin nizane mêrê wê zindî ye an jî mirî ye; nediyariyek heye. Kurtefîlm jî xwe li ser vê nediyariyê ava kiriye. Lê jin li hêviya mêrê xwe ye. Çawerrê wî ye!… Em pirsa xwe şênber bikin û bipirsin: Li Başûr gengaz û bimentiq e jineke ku mêrê wê çûbe şer, bêxwedî û bêkes mabe?

Bi min qetiyen ne mimkun û bimentiq û bawerdêr e. Ji ber vê, kurtefîlmê me xwe li ser rastiyê ava nekiriye; ne realîst û objektîf û etîk e.

Bi min Mihemed Şerwanî ji bo ku temaya sereke ya kurtefîlmê xwe sedeqat û eşqê bihêz bike, gelek tişt ji xwe ra kiriye qurbanî.

Rastî û sêwira aqilî; derhêner pişta çîroka kurtefîlmê xwe nedaye rastiyê, pişta wê daye sêwira aqilê xwe. Wî xwastiye çîroka sêwira aqilê xwe bi rastiyê re li hev bîne. Lewma derhêner ji bo ku çîroka xwe bihêz bike kirûyên wekî rastî, bajar, civak, alîkarî, parvekirin ji xwe ra kirine qurbanî.

Em ji ku zanin ji xwe ra kiriye qurbanî?

Bajarê ku di kurtefîlm de hatiye bikaranîn bajarekî bêelektrîk, şerpize, xirabe, paşdemayî ye û rewşa gel jî per û perîşan e. Ji 2004ê û vir ve bajarên Başûr qalikên xwe diguherînin; bajarên wan ne wekî kurtefîlmê me xirabe û şerpize ne, rewşa gel jî ne wekî kurtefîlmê me xirabe, per û perîşan e.

Di kurtefîlm de pirsgirêkeke anakronîk heye. Em ji vir fehm dikin ku çîroka kurtefîlm çîrokeke ne objektîf e, çêkirî ye. Zemanê ku kurtefîlmê me behs dike; em ji radyoya bipîl fêr dibin ku li piştî DAIŞê, mêrê lehenga me ya jin wekî pêşmerge çûye, li hemberî DAÎŞê şer dike.  Ji sala 2010ê û pê ve qulek nemaye ku înternet neketiyê lê ma qey jin çawa nizane ku mêrê wê dijî an hatiye kuştin? Gelo mimkun e? Ji bilî wan telefon û îstixbarat heye. Ma îstixbarata Hikûmata Herema Kurdistanê ewqas bêhêz e ku haya wê ji aqûbeta pêşmergeyekî wan tune be.

Aliyê baş ê kurtefîlm ew e ku karaktera jin gelekî xweşik e. Wekî temaşevan di te de ferasetê bi vî rengî çêdibe ku jin bên tacawiz û tacîzkirin. Lê baş e ku derhênerê vî tiştî jî ji bo kurtefîlma xwe nekirîye qurbanî.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: