Rêç û êşên jiyanê: “Demsala Kergeden”

Behmen Qubadî yek ji derhênerên herî serketî yên Sînemaya Kurdî ye û di sala 1969’ê de li Banê, bajarekî girêdayî Rojhilatê hate dinê. Di salên xwendina xwe de di radyoyeke de xebitî û li dû bi komeke sinemayê ve kurtefîlman kişandin. Perwerdehiya xwe ya Zanîngehê nîv hêla.

Behmen Qubadî wekî Cafer Panahî û gelek derhêner û hunermendan ji ber hin sedeman Îranê terk kir. Di nav filmên Behmen Qubadî de, axaftinan (diyalog) kêm in, zimanê dîmenê xurte û alegoriyan gelek in û derhêner, di sînemaya xwe de bi giştî qala jiyana çîrokên rastînên ên Kurdan ve dike û hilma rengê sînoran nişan dide.

Qubadî filmên xwe bi awayî nû-rastîbînê û weke belgefîlman kişandine. Bikaranîna kameraya milan, dengên xwezayî, kişandinên cihên derveyî, lîstikvanên amator, şêweya derhênerê nîşan didin. Di filmên wî de gelek aliyên hevpar hene; xweza, sînor û rêwîtî ciyekî girîng digirin.

Di navên filmên wî de bi giştî, navên heywanan û xwezayê; ‘Hesp’, ‘Kûsî’, ‘Pisîng’ û ‘Hîv’, “Demsal’, ‘Mij’ hene, di heman demê de, di navê fîlmê “Demsala Kergeden” de jî navekî heywanê ‘Kergeden’ heye.

Derhêner, bi navên filman ve jî hest û ramanên xwe tîne zimên. Dibe ku jî navê filmê “Demsala Kergeden” ji navê lîstika “Kergedenan” ya nivîskarê navdar ê Frensayê Eugène Lonesco tê..

Belkî jî navê cureyeke heywanan ê ku ji holê rabû ye.. An jî qala qurfbariyekê ku li binî çermeke stûrê de ye, dike..

Filmê “Demsala Kergeden” (2012) yê Behmen Qubadî, îlhama xwe ji jiyana helbestvanekî navdar ê Kurd Sadegh Kamangarê girtî ye, atmosfer û bûyêrên wê çaxê nîşan dide.

Fîlm “Demsala Kergeden” li Stenbolê hatibû kişandin, tê de gelek lîstikvanên navdar ên cîhanê lîstine. Di filmê de, Sahel Farzan (Behruz Vusukî) û hevsara wî Mîna (Monica Belluccî) têne heps kirin, Mîna piştî deh salan ji girtîgehê derdikeve û ji wê re dibêjin ku mêrê te miriye.

Mîna li dû vê bûyerê, bi hev du zarokên xwe ve diçin Stenbolê. Piştî 20 salan Sahel jî ji hepsê derdikevê û malbata xwe digere. Di atmosfera fîlmê de, rêç û êşên ên jiyanê xuya ne û her ku diçe xwe dide der, fîlmê “Demsala Kergeden” di Xelatên Filman a Asya Pasîfîk’ê de di gelek waran de xelatan wergirtin.

NÛÇE: Derhênerê navdar ê Kurd Behmen Qubadî, di nav sala 2019’ê de dê dest bi kêşana filmê xwe yê nû yê bi navê “Let The Dogs Go Home”yê bike. Film, qala çîroka Boksorekî Îranê ku di nefî de, li Amerîkayê jiyana xwe didomîne, dike. Kêşana filmê dê li Stenbolê û New Yorkê bibe.

Fîlmografiya Behmen Qobadî;
https://m.imdb.com/name/nm0315842/

Nivîs: Baran Haco
Wergêr: Rûmet Med

(Ev Nivîs, di hejmara yekemîn a E-Fanzîna “Sînemaya Serbixwe” de hate weşandin û ji bo malpera Sînemaya Serbixwe hat sererastkirin / Hejmar 1 – Berfanbar – 2018)

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir