Rêza “Earthsea” ya Ursula K. Le Guinê dibe rêzefîlm

Rêza pirtûkan a “A Wizard of Earthsea” ya nivîskara navdar a Amerîkayî Ursula Kroeber Le Guinê, di demekê nêzîk de dibe rêzefîlm.

“A Wizard of Earthsea” ku ji 6 romanên nivîskara navdar Ursula K. Le Guinê pêk tê, ji aliyê A24ê ve wê weke rêzefîlmê televîzyonê bê kişandin û çêkera projeyê jî Jennifer Fox e. Fox çêkerîya fîlmên Michael Clayton, Nightcrawler û We Need to Talk About Kevin jî kirin û ji bo Xelata Oscarê bûye berendam.

Li gorî nûçeya malpera Filmloverssê ku ji Deadlineyê hatiye wergerandin, rêza pirtûkan a “Earthsea” dê ji aliyê A24ê ve weke rêzefîlm bê kişandin ku di demekê nêzîk de wê di televîzyon û platformên dîjîtal de cih bigire.

Rêza pirtûkan a “A Wizard of Earthsea” ya nivîskara navdar a cîhanê Ursula K. Le Guin’ê, yek ji berhemên herî girîng ên wêjeyên pevxistina zanistî û fantastîkê ye û heta niha bi dehan zimanan hatiye wergerandin. Berhema “A Wizard of Earthsea”, di pehnavekê bêserî û binî de derbas dibe û li vê gerdûnê bi sedan komgiravan hene. Nivîskara rêza pirtûkan a “A Wizard of Earthsea”yê Ursula Kroeber Le Guin di sala 2018’ê de di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

“Earthsea”, di sala 2004’ê de ji aliyê Kanala SciFiyê ve weke rêzefîlmek piçûk û di sala 2006’ê de ji Studio Ghibliyê ve weke anîmasyon hatibû kişandin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir