Rêzebelgefîlmê “Life on Our Planet” meha borî derket li pêşberî temaşevanan
Rêzebelgefîlmekî nû yê bandorker û balkêş ê platforma Netflixê bi navê “Life on Our Planet” (2023-) di 25ê meha Cotmehê de hate weşandin. Rêzebelgefîlmê xwezayê (sirişt) ji 8 beşan pêk tê û ji pêkhatina dinyayê bi vir de qala dîroka peresanî ya gerstêrka me dike. Beşên rêzebelgefîlmê geşedana jîyanê (bi mîlyaran salan) tînin li ber ekranê û curbicurîya candarên cîhanê nîşan didin. Belgefîlm, bi afirînerîya derhênerê navdar Steven Spielberg re hate kêşandin.
“A Life on Our Planet” rêwîtîya destanî ya 4,54 mîlyar salan a cîhanê bi dîmenên balkêş û bandorker tîne li pêşberî temaşevanan. Steven Spielberg, Alastair Fothergill, Keith Scholey, Darryl Frank, Justin Falvey di beşên rêzebelgefîlmê de weke çêkerên rêveber cî girtine ku belgefîlm bi çêkerîya Amblin Television û Silverback Filmsê ve hatiye kêşandin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com