Rêzefîlmê “1899”ê tê

Rêzefîlmê “1899” di keştîyeke penaberan de derbas dibe û çîroka bûyerên razbar tîne li ber perdeya sînemayê. Ji rêzefîlmê fragmaneke nû hate weşandin ku dê li ser platforma dîjîtal a Netflixê derbikeve li pêşberî temaşevanan.

Projeya “1899”ê ji aliyê Baran bo Odar û Jantje Friese ve hatiye afirandin û bi tevahî ji heşt beşan pêk tê. Di rêzefîlmê de keştîyeke ji Ewropayê ber bi New Yorkê derdikeve rêwîtiyeke dirêj û li ser bûyerên razbar disekine. Rêwîyên keştîyê ji parzemînên cuda yên cîhanê hatine û bi hêvî û xiyalên nû derdikevin rêwîtiyê.

Rêzefîlmê “1899” dê di 17ê Mijdarê de li hemû cîhanê bi tenê li ser Netflixê bê weşandin. Di meha Pûşperê de ji rêzefîlmê fragman parvekirin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir