Rêzefîlmê “The Rings of Power” tê

Rêzefîlmê “The Lord of the Rings: The Rings of Power”ê ku ji fîlmê sînemayê navdar ê “The Lord of the Rings”ê (2001) îlhama xwe girtiye dê di meha Îlona 2022yê de bê weşandin. Rêzefîlmê nû ji aliyê J.D. Payne û Patrick McKay ve hatî afirandin ku dê weke 5 sezon li ser platforma Amazon Primeyê derbikeve li pêşberî temaşevanan.

Li gorî nûçeya malpera Kayıp Rıhtım’ın Empireyê, J.D. Payne û Patrick McKay di hevpeyvîneke de ragihandine ku rêzefîlmê nû “The Rings of Power” weke 5 sezon û bi tevahî 50 saetan hatiye sêwirandin û dawîya rêzefîlmê jî diyar e.” J.D.Payne di axaftina xwe got, rêzefîlmê nû dê bi nêrîneke cuda bê kişandin.

“The Rings of Power” dê li Çaxê Duyem ê Cîhana Navîn biqewime û serpêhatiyên cûce û harfootan bîne ser ekranê. Hat ragihandin ku mafên weşanê yên rêzefîlmê ji aliyê Amazon Prime ve hatiye kirîn ku beşa yekem a “The Lord of the Rings: The Rings of Power”ê di 2yê meha Îlonê de destpê dike. Di meha Sibatê de ji rêzefîlmê fragman hatibû weşandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: