Rêzefîlmê “Vikings” dê bi Kurdî bê weşandin

Rêzefîlmê dîrokî “Vikings” ku li seranserê cîhanê ji aliyê milyonan temaşevanên platformên dîjîtal ve hatiye temaşekirin, li ser kanala AVA Entertainmentê dê bi zimanê Kurdî bê weşandin.

Hat ragihandin ku beşen rêzefîlmê dîrokî “Vikings” ku heta niha li ser cîhanê ji aliyê milyonan temaşevanan ve hatiye temaşekirin, li ser Kanala Kanala AVA Entertainmentê dê bi Kurdî bê weşandin.

“Vikings” di sala 2013’ê de li Amerîka û Kenedayê li ser Kanala Historyê dest bi weşanê kiriye û sezonên nû yên rêzefîlmê di malpera platforma dîjîtal Netflixê de berdewam dike.

Televîzyona AVA Entertainmentê di meha Adara sala 2019’ê li bajarê Hewlêrê weke bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Soranî dest bi weşanê kir û li ser çand û hunerê weşana xwe didomîne.

Agahiyên Firekansa AVA Entertainmentê:

Satalite: Nilesat
Frequency: 11353
Pol: V
SR: 27500
FEC: 5/6

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir