Rêzefîlmên baştirîn ên sala 2022yê
Kovara Time her sal ji bo temaşevanan lîsteyên fîlmên herî serketî amade dike û diweşîne. Edîtorên kovara Timeê îsal rêzefîlmên herî serketî yên sala 2022yê hilbijartine ku rêzefîlmê “Better Call Saul” di lîsteyê de bû yekemîn û “The Rehearsal” jî di rêza duyemîn de cih girt.
Beşên sezonên “Better Call Saul”ê di navbera 2015-2022yê de derketin li pêşberî temaşevanan. Rêzefîlm, Xelata AMCyê girtibû û ji bo Xelatên Emmyê weke berendam hatibû nîşandan.
Li gorî edîtorên Kovara Timeê “10 Rêzefîlmên Herî Serketî”:
1- Better Call Saul
2- The Rehearsal
3- Severance
4- Reservation Dogs
5- This Is Going to Hurt
6- Better Things
7- Atlanta (Sezona çarem)
8- Derry Girls
9- Made for Love
10- Rap Sh!t
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com