Rihê Min ji Xemsaran Diçe


Nivîs: Antonio Gramsci

Rihê min ji xemsaran diçe. Mîna Frederich Hebbelî, bawer dikim ko jiyan alîgirî ye. Ti kes, ji civatê bêrî, hew bi tenê nikare mîna mirov hebe. Jiyana rastîn hemwelatîbûn e, beşdarîlêkirin e. Xemsarî jidestdayîna vînê ye, kurtêlxwirî ye, newêrekî ye. Xemsarî ne jiyan e. Ji lew re rihê min ji xemsaran diçe.

Xemsarî barê giran yê dîrokê ye. Destarek e ko li stûwê nûperweran aliyaye, ew rewşa tiraliyê ye ko pê xîretên yekcar rewşen têne xeniqandin, teqneke welê ye ko pê bajarê kevin tête vegirtin û dikare bajêr biparêze zêdetir ji bircên yekcar qewîn, ji pêşmergeyên yekcar dilêr. Çi ko wan kesan di gergerînekên xalî de dadibelihîne ko êrîşê dibin ser ê, wan ji desthilanînê dixe, reşbîn dike, hinde caran jî destên wan sar dike ji tevgerên wêrek.

Xemsariyê, di dîrokê de desthilatdariyeke biderb bi dest xistiye. Bêdiro, bi pasîfî li kar e, belam dîsa jî li kar e. Xemsarî qeder e, hon nikarin xwe bi deste wê ve berdin. Ew tişt e ko programekê ditaloqîne û wê planê betal dike ko bi awayekî yekcar qenc hatiye birêkxistin, materyala kartêker e ko li dijî têgihana hewe serî hildide û bihnê li mirov diçikîne. Tiştên ko tên û diqewimin, ew misîbetên ko heye ko bi serê me hemîçikan de bên û spehîtiyên ko tê heye ko di encama tevgereke dilêr de bi dest bikevin, ne ji ber insiyatifa hinek kesan, belko di encama xemsarî û nîvçehêlana piraniyê de pêk nayên. Tiştên ko bi serê me de tên, ne ji ber wê hindê ye ko mirovin wan welê dixwazin; belko ji ber wê yekê pêk tên ko cemawer xwe vedidizin ji berpirsiyariyê, —bi gorn û cehnima her tiştî dikin—; ji dewsa ko bi devê şwîrî girêka jêk veçirînin û bi desthilanînê qanonên desthilatdariyekê pêpes bikin, tînin rê li ber wê xweş dikin. Qedera ko weha dixuyê ko wekî hikim li dîrokê dike, ne tiştekî dîtir e ji vî dîmenê xapînok yê nîvçehêlanê û xemsariyê pêvtir.

Qewam bi nepenî tên pê. Çend destên berdîberdan jiyaneke hevpar dirêsin û qedera çerxekî; li gorî bîrtengî, armancên ne-mayînde, azwerî û çavçilekiya hindikahiyeke aktîvîst bi gewde dibe. Û piranî jî vê yekê ji nedîtî ve têt, çi ko ji xwe re nake xem. Lê belê, hasil dibe armanca wan qewamên ko tên pê, sergiha dibe jiyaneke ko bi nepenî tête rêstin, li axiriyê wekî qederê xuya dibe ya ko raserî hikimê her tişt û kesî ye. Herçî dîrok e, vê yekê welê nîşan dide wekî ibaret be ji diyardeyekê ya ko mirov heta bêje bes siriştî ye, teqîn yan jî erdehejekê, ya ko bi rêka wê dibine mexdûr herçî kesên ko dil dikin an jî nakin; hay jê hene yan jî tune ne; yên ko tê de kartêker in yan jî xemsar. Bi dû re xemsar bihêrs dibin, ji bo bidin nîşandan ko wan ev yek nexwestiye û ne berpirsiyar in ji vê yekê û da ko xwe vedizin ji encama tiştên ko rû didin. Hinek ji wan bi rebenî digirîn, hinên dî bi aşkereyî didin dijûnan, bes ti kes vê yekê ji xwe napirse: Aya dê ev yek bihikimiya; heke ez bi rola xwe rabûma, lê bixebitiyama ko daxwazên xwe bi cih bînim yan jî boçûnên xwe bînim zimên? Kes nabêje dewê min, yê xemsarî û xemsariya min tirş e çima ko ranebûye li pişta hemwelatiyên birêkxistî yên ko dijberiyê dikin bi misîbetên ko li me dicirin yan jî tê dikoşin da ko bi ser armanceke hevpar ve bin.

Ji dewsa vê, di gel ko piraniya qewaman a berxweş riya xwe ya siriştî berdewam dike jî, fiyaskoyên îdeolojîk qenctir dibînin ko planine beradayî bikin yan jî bireqînin qisetê di heqê tiştine dîtir de. Bi vê yekê re ew careke dî reha dibin ji hilgirtina berpirsiyariyê. Di nav re wekî rewrewkan dibînin tişta ko diqewime, tevî ko hinek caran ji bo pirsên tewra lezgîn dem û amadehiyeke xuyayî hewce bike jî, ew dikarin ji bo wan çareseriyine derasayî bi pêş bixin. Lê belê, ev çareserî heta ko mirov bêje bes ber naxwin, piştgiriyên wan yên ko li jiyana hevpar dibin jî bi wî awayî xwe didine dest ko bêpar in ji çirîskeke exlaqî. Ev, ne berhemeke wê feraseta xwedanberpirsiyariya tûj a dîrokî ye, ya ko dil dike her kes di jiyanê de tê bikoşe û ji lew re jî rê nade xemsarî yan jî nediyariyê; belko berhemeke meraqa entelekuteliyê ye.

Rihê min ji xemsaran diçe; ji ber ko ez bihêrs im ji axînên wan jî yên ji bo bêsûcên abadîn. Ez dixwazim ko ew hesab bidin bê ew çawan bi wê rolê radibin ya ko jiyan her roj bi domdarî li wan difesilîne; bê ka çi dikin û jê wêdetir di wê pirsê de hesab bidin bê ka ew çi nakin. Çêdibe ko ez dilreq bim, dilbirehmiya xwe di ser wan re dagerînim û rondikên xwe li wan par ve nekim. Ez alîgir im. Dijîm, ji niho ve hest pê dikim bê çawan dijene di wijdanê civatê yê xîretkêş de, ew paşeroja ko ava dibe bi destên yên ko li aliyê min in. Bes bi tenê ne li ser milên çend kesan e barê toreya civatî. Ne berhema siûdê yan jî qederê ye, tiştên ko di civatê de rû didin belko ya xebata hişyar ya hemwelatiyan e. Li vî bajarî nîn in, herçî ewên ko li ber pencereyan rûnin û temaşe bikin li hindikahiya ko li derve tê dikoşe û xwe çîrçîrî dike. Nîn in yên di kemînan de, ko bendewar dibin tahm bikin fêkiyine tahmsar yine wê têkoşînê û badilhewa bibînin destkeftiyên ewên ko xwe çîrçîrî dikin.

Dijîm. Alîgir im; ji lewma rihê min diçe ji yên ko beşdariyê nakin, ji lewma rihê min diçe ji xemsaran.

                                                                                                             Wergera ji Talyanî: Hefsika Çirî

 

*Antonio Gramsci (1891-1937): Ramangêr, nivîskar û marksîst ê (sosyalîzma zanistî) îtalyan.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir