Robert De Niro bû serlîstikvanê fîlmê “Wise Guys”

Lîstikvanê hoste yê sînemayê Robert De Niro bû serlîstikvanê fîlmê “Wise Guys” ku fîlm dê ji aliyê Barry Levinson û bi pargîdanîya fîlman a Warner Bros. ve bê kişandin.

Hate ragihandin ku mijara fîlmê li nîveka sedsala 20em diqewime û wê çîroka du îtalî amerîkî yên Vito Genovese û Frank Costelloyî bîne li ber perdeya sînemayê. Senaryoya fîlmê “Wise Guys”ê ji aliyê nivîskar Nicholas Pileggi ve bê nivîsandin û Irwin Winkler yek ji çêkerên fîlmê ye.  Kitekitên fîlmê hêj nehatine eşkerekirin.

Çavkanî: Deadline

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: