Robert De Niro xelata “Serketina Di Hemû Jiyanê” wergirt

Federasyona Hunermendên Televîzyon û Radyo ya Amerikî (SAG-AFTRA) îsal xelata “Serketina Di Hemû Jiyanê” dan hunermendê sînemayê yê navdar ê Amerikayî Robert De Niro.

Li gorî nûçeya Kültür Servisi’yê ku ji malpera NTV’yê hatiye girtin, hunermendê navdar ê Amerîkayî Robert De Niro ji aliyê Federasyona Hunermendên Televîzyon û Radyo ya Amerikî ve xelata “Serketina Di Hemû Jiyanê” wergirt û merasîma xelatên SAG-AFTRA’yê dê di 26’ê Rêbandana sala 2020’ê bê li darxistin.

Xelatgir û berendamê Oscarê Robert De Niro herî dawî li fîlmên “Joker” û “The Irishman” (Netflix) de lîstibû û bi fîlmên xwe yên wekî; “The Godfather II”, “Once Upon a Time in America”, “Raging Bull”, “Taxi Driver”, “The Deer Hunter”, “Awakenings”, “Cape Fear” û “Silver Linings Playbook” ve tê naskirin û mohra xwe li hunera sînemayê daye. Herwiha lîstikvanê navdar bi rêzefîlmên xwe yên bi navê “Wizard of Lies”, “When They See Us” bûbû berendamê Xelatên Emmy’ê.

De Niro bi fîlmê xwe yê “American Hustle” re xelata SAG’ê girtibû û bi fîlmên xwe yên; “Silver Linings Playbook” û “Marvin’s Room” ve bûbû berendamê Xelatên SAG’ê.

Federasyona Hunermendên Televîzyon û Radyo ya Amerikî yek ji Sendikayên Karkeran a Amerîkayî ye û li seranserî cîhanê 160 hezar endamên wê ku têde lîstikvanên fîlm û rêzefîlman, rojnamevan, muzîkvan, stranbêj, hunermendên zarevakirinê û xebatkarên din ên medyayê, hene.

Seroka Sendîkaya Karkeran a Amerîkayî (SAG-AFTRA), Gabrielle Carteris diyar kir ku, “Robert De Niro, lîstikvanekî bi kûrahî û jêhatî ye û karakterên ku wî afirandin, bala me dikişîne û bandorê li hêza nîgaşê me dike.” Seroka SAG-AFTRA’yê Gabrielle Carteris, di daxuyaniya xwe de got, “Ji bo min servedarîyeke (îmtiyaz) mezin e ku ez ragihînim, dê rûmeta herî mezin a SAG-AFTRA’yê yek ji kesên herî jêhatî û bêhempa yên dema me re bê dayîn. ”

Robert De Niro der barê xelatê de got, “Ez ji zêdetirî 50 salan endamê vê sendîkayê me, rûmeteke ye ku ez vê xelatê ji SAG-AFTRA’yê werdigirim.”

Nûçe-Nivîs: Rûmet Med

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: