“Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan” destpê dike

13emîn Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan îsal di navbera 10-17ê Berfanbarê de weke online derdikeve li pêşberî temaşevanan û dê li Wanê, Amedê û Îzmîrê jî rûbirû bê lidarxistin.

Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan her sal ji aliyê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) ve tê lidarxistin û îsal cara 13emîn bi dirûşmê “Qedexeya cihêkarî” û bi hevkarîya Civata Xebatên Ragihandinê û Navenda Çanda Fransizê li dar dikeve. Bernameya rojên belgefîlman bal dikişîne li ser gelek pirsgirêkên mafên mirovan. Di heft rojên bernameyê de dê bi tevahî 20 belgefîlmên cîhanê bêne nîşandayîn.

Bernameya Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan îsal dê li bajarên Wanê, Amedê û Îzmîrê rûbirû bê lidarxistin. Temaşevan dikarin belgefîlmên bernameyê; di navbera 8-12ê Berfanbarê de li salona Navenda Çanda Fransizê ya Îzmîrê, di navbera 17-18ê Berfanbarê de li Baroya Wanê, di navbera 16-18ê Berfanbarê de li Navenda Mordem Sanatê li Amedê temaşe bikin.

Di çarçoveya 13emîn Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan de bi têmaya “Qedexeya cihêkarî “pêşbazîya sewyanê hate lidarxistin û berhema Kenan Yîgîtî bû yekemîn û weke afîşa rojên belgefîlman hate hilbijartin.

Ji bo agahî û bername:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: