“Rojên Fîlmên Kurdistanê” dest pê dike

Li Cenevreyê ji aliyê saziyên çand û hunera Kurdî ve, dê di navbera dîrokên 13 û 14’ê meha Berfanbarê de “Rojên Fîlmên Kurdistanê” bê li darxistin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Diyarname.com’ê de cih digire, Navenda Kurdan a Demokratîk a Cenevreyê û TEV-ÇAND’ê di navbera dîrokên 13 û 14’ê meha Berfanbarê de “Rojên Fîlmên Kurdistanê” li dar dixin. Bernameya fîlman li Cenevreyê dê di 13’ê meha Berfanbarê de saet 18’an de bi kokteylek dest pê bike û dê du rojan 4 fîlm bêne nîşandan.

Di saet 19’an de dê belgefîlmên ên Leyla Toprak “Dûr e” û Selim Yildiz “Diyalog” bêne nîşandayîn.

Di dîroka 14’ê meha Berfanbarê de wê di saet 18.30’an de kurtefîlmê Aram Dildar ê “Haziriyek ji bo Derengmayînê” û fîlmê “Warê Min ê Îsota Şêrîn” (May Sweet Pepper Land) yê Hinar Selîm, bêne nîşandayîn.

Cihê nîşandayîna fîlman: Cinéma Spoutnik 4 Place Voltaire Genève.

Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d