“Roma” weke Fîlmê Herî Serketî hate hilbijartin
Federasyona Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî (FIPRESCI), di sala 2019’ê de Xelata xwe ya mezin dan fîlmê “Roma”yê ku ji aliyê derhênerê navdar ê Meksîkayî Alfonso Cuarón ve hatiye kişandin.
FIPRESCIyê her sal di dawiya demsala havînê de xelateke bi navê “Grand Prix” dide bo fîlmê herî serketî yê di nava salê de hatiye hilbijartin. Îsal jî bo Xelata Mezin fîlmê “Roma” ku ji aliyê derhênerê navsar Alfonso Cuarón ve hatiye kişandin, hate hilbijartin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Altyazi.com’ê de cih digire, Federasyona Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî (FIPRESCI) Xelata Mezin dan fîlmê “Roma”yê.
Hilbijartina bo fîlmê herî serketî, li ser cîhanê 618 rexnegir û rojnamevan deng (rey) dan û di encama vê de bo “Xelata Mezin” weke fîlmê “Roma” hate eşkerekirin.
Ji bilî fîlmê “Roma”yê, fîlmên; “The Favourite” yê Yorgos Lanthimosî û “Dolor y Gloria” yê Pedro Almodóvarî û “Gisaengchung” yê Bong Joon-hoyî ku Xelata Palmîyeya Zêrîn wergirtibû, ji bo Xelata Mezin bûn fînalîst.
Fîlmê “Roma” li cîhanê cara yekem di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de hatibû nîşandan û Xelata Şêrê Zêrîn û li Xelatên Akademiyê Oscara “Zimanê Biyanî de Fîlmê Herî Serketî”, Xelatên “Derhênerê Herî Serketî” û “Derhênerê Dîmen ê Herî Serketî” wergirtin.
Xelata Mezin a FIPRESCI’yê ji derhênerê fîlmê “Roma” re, dê di dîroka 20’ê Îlonê de li 67’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya San Sebastiánê bi merasîmek dê bê dayîn.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com