Romana ‘Apeirogon’ê dibe fîlm

Nivîskar û senarîstê navdar Luke Davies, ji bo fîlmekî sînemayê, dê ji romana ‘Apeirogon’ê ya Colum McCannî senaryoyeke binivîse.

Li gorî nûçeya ku Hollywood Reporter’ê de cih digire, nivîskar û senarîstê navdar ê Awistiralyayê Luke Davies ji bo fîlmekî sînemayê, dê ji romana ‘Apeirogon’ê ya Colum McCannî senaryoyeke binivîse. Romana ‘Apeirogon’ê qala çîroka du bavên Îsraîlî û Filistînî ku keçên wan di şerê de jiyanên xwe ji dest dane, dike

Pirtûka ‘Apeirogon’ê ji aliyê nivîskar Colum McCannî ve hatibû nivîsandin û di 25’ê meha Reşemiyê de hat weşandin. Mafên weşanê ya romanê jî ji şîrketa çêkirinê ya Ablinê ve hatibû kirîn.

Senarîstê fîlmê nû Luke Davies, di heman demê de senaryoya “Lion”ê jî nivîsîbû û bi vî fîlmî xwe re di sala 2016’ê de bûbû berendamê Oscarê. Fîlmê “Lion” ji romana ‘A Long Way Home’yê ji bo sînemayê lê hatibû anîn.

Luke Davies senaryoyên gelek fîlmên wekî Candy, “Beautiful Boy,” “Catch-22” û “Western News of the World” nivîsandine.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir