Romana “David Copperfield” ji bo sînemayê lê hate anîn

Romana “David Copperfield” ku ji aliyê nivîskarê îngilîz Charles Dickens ve hatiye nivîsandin, bi navê “The Personal History Of David Copperfield” ji bo hunera sînemayê lê hate anîn û ji fîlmê yekem fragman hate weşandin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Film Hafızası de cih digire, romana “David Copperfield” ya nivîskarê cîhanê Charles Dickensî, ji aliyê derhêner Armondo Lanucci ve weke fîlm hate kişandin ku ji fîlmê yekem fragman hate weşandin.

Senaryoya fîlmê “The Personal History Of David Copperfield” Armondo Lanucci û Simon Blackwell bi hev re nivîsandin û têde lîstikvanên wekî Dev Patel, Tilda Swinton, Hugh Laurie, Ben Wishaw dilîzin.

Fîlmê “The Personal History Of David Copperfield” qala jiyana David Copperfieldî ku dixwaze bibe nivîskarek û ji zarokatiya wî heta gihaştîbûna wî, malbat û evîn û dostaniyên wî nîşan dide. Cureya fîlmê tinaziya reş (mîzaha reş) e. Fîlm, dê li Bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Londonê weke fîlmê vekirinê bê nîşandayîn.

Derhênerê fîlmê Armondo Lanucci bi fîlmên xwe yên “Dead of Stalin”, “The Thick of It” û “Veed” ve tê naskirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: