Romana Gava Heyatê ya Lokman Ayebe: Mîmariya Înşakirina Netewebûyînê

Nivîs: Welat Ramînazad

Lokman Ayebe romana xwe ya bi navê Gava Heyatê, di sala 2007an de nivîsiye, ji weşanxaneya Belkiyê derketiye, 188 rûpel e.

Romana Gava Heyatê gelek tiştan ji me re dibêje û em dikarin ji gelek aliyan ve romanê bixwînin…

Zimanê romanê û mekanên wê û îmaja kurdan gelek estetîk e.

Herçendî ez ji ziman û vegotina romana Jar Lê Sermest ez aciz bûbûm jî, berevajî wê, ez bi zimanê Gava Heyatê sermest bûm û ez ji zimanê vê romanê têr nedibûm. Min ev roman bi carekê xwend û xelas kir. Zimanekî ruhkurd ê romanê heye û gelekî dewlemend e. Di romanê de zewqeke edebî heye. Her peyv, biwêj, hevok û paragraf tehm û çêjeke din dide xwîner. Roman di xwîner de arezû û daxwaza xwendina duyem çêdike:

“Pêlava min bi lingên min re bûye yek! Ev çend roj in, min derfet nedîtiye ku ez ji pê bikim. Jixwe me ji revê derfeta tutişt neditiye…Mîz di bermîska min de esiriye. Me derfeta mîztinê jî neditiye. Heger niha derfet hebûya û min bi rehetî dikarîbûya li vir bimîzta ez ê çi rehet bibûma… Ma ez derxînim û bibeliqînim wê çi bibe? Tutişt jî nabê. Ez ê… Oxx, weke orgazmê bi çêj e, mala Xwedê ava…Weke barekî giran ji ser milê min rabe ez rehet bûm… Piştî çend rojan hisa ku ji însanetiyê min stendiye, hew ev e, xwezî mîza min neqediyaya. Xwezî bibûya kanî û dawî lê nehata û min ji mîztinê wer ev çêj bistenda… Lê qediya, wekî her tiştê xweş û bi çêj ew jî qediya…” r.63-64

Lokman Ayebe di bîst û şeş saliya xwe de û piştî navbereke bi sê salan romana xwe ya duyem Gava Heyatê nivîsiye. Dema ku ez her du romanan ji aliyê ziman û vegotinê ve didim berhev pêşketinek û kamilbûyîneke qerase heye. Ez gelekî meraq dikim nivîskar çawa di nava sê salan de ziman û vegotina xwe ewqas bi pêş ve biriye? Ev tişt jî nîşanî me dide ku xwegihandina zimanekî ruhkurd ne bêîmkan e.

Bi dirêjahiya dîrokê ve kurdî ji hêla strukturê ve bûye çend parçe; ji wê çend ziman derketin, hinek kes wek zarava pênase dikin, ev parçe heta cihekî ji hev cuda bûn lê ruhê zimanê kurdî parçe nebûye, yekbûniya wê berdewam dike. Dema ku zimanê nivîskarekî -çi kurmancî çi kirdkî û çi soranî- ruhkurd be, her kurdek dê heman zewq û keyfê jê werbigirin.

Berî niha jî ez di berhemên wekî Beyî Se Bena ya J. Îhsan Espar, Gorse ya Jêhatî Zengelan, Bêbavî û Ew Ne Ez Bûm ên Şêxo Fîlîk, Dilşa ya Felat Dilgeş û helbest û ceribînên Arjen Arî de rastî vî zimanê ruhkurd hatibûm.

Bi vî zimanî hem zimanê me hem jî bîra me ya kolektîv ji nû ve zindî dibe û tê afirandin. Bi xwendina vî zimanî hem gelek peyv, biwêj, navên cografîk… dê bikevin zimanê me hem jî di bîra me ya kolektîv de ji nû ve zindî bibin.

Xwîner di romanê de hem xwe hem jî takekesên civak û gelê xwe dibîne. Dikare li ser xwe û gelê xwe bifikire, muhasebe û muhakeme bike…

Di romanê de du problemên gerdûnî hene: Yekem, problema mimkunbûyîna efûkirinê.. duyem jî mimkunbûyîna jinûve-serarastkirina zemanê rabirdû ye.

Huner dikare ji heqê van pirsan were der. Di romanê de em hewla çareserkirina van pirsan dibînin.

Efûkirin problemeke felsefîk û teolojîk e. Mirovek, civakek û neteweyek dikare wan kesên ku xirabî lê kiriye efû bike? Ji wê pirsê re hêj çareseriyeke felsefîk û teolojîk nehatiye dîtin. Feylesofên wekî Paul Ricoeur û Jacques Derrida xwe li ser vê pirsê gelek êşandine. Dema zanîngehê, min kitêba Paul Ricoeur a bi navê Hafıza Tarih Unutuş xwendibû. Ricoeur ji bo çareserkirina vê pirsê nikare perspektîfeke tetmînkar bide me.

Em vê pirsê di peywendiya kurdan de bipirsin; gelo kurd dê bikaribin “kurmên darên” xwe efû bikin û bibexşînin? Kurd dê bikaribin Beko, Bînbaşî Qasim û Rêber efû bikin? Em vê pirsê ji bo serdema dawî bipirsin; Kurd dê bikaribin “xayînên” xwe efû bikin û bibexşînin? Dikarin ji “kurmên darên” xwe ji bizererabûnê derbixin?…

Di nava kurdan de tu nikarî qet qala efûkirina “kurmên darên” wan bikî. Lê belê ji bo efûkirina dagirkeran reaksiyoneke wan a humanîst û ecêb heye. Mirov dibêje qey dagirbûyî ji mêj ve amade ne û bi çargavî û bi lez û bez dixwazin efendiyên xwe efû bikin. Siyaset û girseyeke mezin a kurdan ji bo dagirkerên barbar dibêjin, “Em ê we hînî însaniyetê bikin.” lê dema ku behs were ser efûkirina “xayînên” xwe, çawa dibin tolhildêr û qesas û kînwer!…

Ji vir dîsa heqdariya Fanon derdikeve holê ku wî gotibû, “Dema ku dagirbûyî nikarin li dijî dagirker şer bike, bi birayên xwe yên biçûk re şer dikin.” Diviya dagirbûyî berî herî tişt bira û xwişkên xwe efû bikirina. Lê ji dagirkerê ku tu sûcê xwe qebûl nekiriye re dibêje, “Em ê însaniyetê fêrî we bikin.” Ji ber ku dagirbûyî nikare heyfa xwe ji dagirkeran bigirin, li hemberî wan dibin humanîst û efûker. Dagirbûyî ji ber ku nikare tola xwe ji dagirkeran werbigire, dixwaze wan efû bike, bi efûnekirina hemneteweyên xwe re dixwaze tola xwe ya ku nekariye ji dagirkeran hilîne, ji wan hilîne.

Roman ji pênc serdemên lehengê xwe pêk tê. Di pênc serdeman de em guherîn û hevnegirtina takekesekî dibînin. Guherînên ku derasayî ne lê ji bo neteweya me bûne asayî û ji rêzê. Heke ev roman li zimanên din were wergerandin, xwînerên zimanên din dê ji van guherînan bawer nekin, van guherînan wekî çîrokên realîzma efsûnî bibînin. Nivîskar lehengê xwe nadarizîne, mehkûm nake û nakuje. Lehengê wî di nav şert û mercên civakî de çawa bûye qurbanê wan şert û mercan nîşanî me dide.

Di romana Gava Heyatê de nivîskar Fanon mafdar dernaxîne, hewl dide ku lehengê xwe bi neteweya wî bide efûkirin lê ev hewla wî negihîştiye armanca xwe û xwe temam nekiriye. Di beşa dawî ya romanê de, leheng bi hêviya ku netewa wî, wî efû bike vedigere welatê xwe û roman diqede. Em nizanin ka gelê wî yê ku bi rabirdûya wî hisiya dê reaksiyonên çawa bide wî û çawa nêzîkî wî bibe…

Navê romana “Gava Heyatê” gelekî felsefîk û rind e. Navê romanê û naveroka wê hev temam dikin. Mirov dikare bibêje ku di jiyanê de însan encama gavavêtinên xwe ye. Mirov an bedelê wan gavan dide an jî qezencên wan gavan dixwe. Bi avêtina gavekî di temenê mirov de denklemek çêdibe. “Jiyana xelet, rast nayê jiyîn.” Gavên ku em di jiyanê de diavêjin dibin semedên jiyana xelet, ev jiyan dibe qedera me, êdî em çi bikin jî ev jiyan nayê sererastkirin. Di romana Gava Heyatê de jî em dibînin, gavên ku lehengê romanê Taser avêtine, ji wî re jiyaneke çawa aniye.

“Rabirdû nayê sererastkirin” Sigmund Freud dibêje. Nivîskar bi hunera romanê hewl dide ku “jiyana xelet” a lehengê xwe sererast bike. Jiyana rabirdû ya gavên xelet bi gavên rast ên dahatûyê dikare ji nû ve bê sererastkirin. Nivîskar hewla înşakirina lehengê xwe dide ku lehengê wî ji gavên xwe yên xelet encamekê derxe û fêrî gavavêtina rast bibe. Taser muhasebeya rabirdûya xwe dike û ji bo ku di welatê xwe de dest bi jiyaneke nû bike vedigere welatê xwe.

Bi kurt û kurmancî romana Gava Heyatê hewldayîna mîmariya înşakirina takekes û mîmariya înşakirina netewebûyînê ye.

“ Û ez û ew mirov giş dikevin destên hev û bi hev re govendê digirin, û roj li welêt bilind dibe em direqisin, û welat hêşîn dibe em direqisin, bêhna hêşînahiyê ji welêt difûre em direqisin, ji nişkan ve kesek ji nav me bang dike û dibêje, ev bêhna azadiyê ye û em direqisin û em giş bi hev re dibêjin ev bêhna azadiyê ye û em direqisin, û em direqisin, û em direqisin, û em direqisin, û em direqisin, û direqisin…” r.188

Mirov difikire ku nivîskar di bîst û şeş saliya xwe de romaneke wisa binivîse, Xwedê dizane dê di çil saliya xwe de romaneke çawa binivîse?

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: