Romana ‘Murder Is Easy’ dibe rêzefîlm

Heta niha ji berhemên Agatha Christie fîlm û rêzefîlm hatin kişandin, niha yeka din li wan zêde dibe. BBC ji berhema wê “Murder Is Easy” (Kuştin Hêsan e) Rêzefîlmekî dikişîne.

Agatha Cristie di navbera salên 1890-1976’an de li Îngilistanê hatiye dinê û li wir miriye. Li dû xwe gelek berhem hiştine. Û di warê Wêjeya polîsî de yek ji nivîskara sereke ye. Ji romanên wê gelek fîlm û rêzefîlm hatine kişandin. Niha di rêzê de “Murder Is Easy” heye.

BBC vê dê wekî du beş, wekî rêzefîlm belav bike. Sian Ejiwunmi-Le Berre dê ji pirtûkê senaryoyê saz bike û Meenu Gaur jî wekî derhenêr dê bikişîne. Mijar mêrekî ye ku di trêna ku diçe Londonê rastî jinek ku dibêje ez qatil im tê.

Rêzefîlm di BBC One û platformên dîjîtal ên BBC iPlayer û Britbox de bêne nîşandayîn. Rêzefîlm vê havînê dê bê kişandin û niha li ser hilbijartina lîstikvanan xebata wan didome.

Diyarname

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir