“Rûbar” ji bo 60emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn hate hilbijartin

Rêwîtîya festîvalan ya kurtefîlmê derhênerê ciwan ê kurd Dogan Belge yê “Rûbar” (Nehir/River, 2023) destpê kir ku ji bo beşa Pêşbirka Neteweyî ya 60emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn hate hilbijartin. Senaryoya kurtefîlmê Dogan Belge, Huseyîn Gokhan Ramazanoglu bi hev re nivîsandine û li ser çîroka du birayan dike.

Afîşa kurtefîlmê hate parvekirin, Erdal Azer Ercan, Ronî Dildar, Ozga Suna, Necdet Baskin, Îbrahîm Dalgın, Muhammed Tapanci tê de weke lîstikvan cî girtine. “Rûbar” bi çêkerîya Serap Akayê hate kişandin û Ferhat Ors pevxistiye.

60emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê wê di navbera rojên 7-14ê Cotmehê de bê lidarxistin; kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên metrajdirêj ên beşên pêşbirkê yên festîvalê hatin eşkerekirin. Kurtefîlmên “Ewê Çend Roj Be” (der: Abdullah Çeper) û “Serpêhatiyên Neqewimî” (der: Ramazan Kiliç) jî îsal dê li beşa Pêşbirka Neteweyî ya Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê bikevin pêşbazîyê.

Derhêner Dogan Belge di sala 2020ê de bi yekem kurtefîlmê xwe yê bi navê “İnşaattaki” (Hesitate) re li çarçoveya gelek festîvalên fîlman derket li pêşberî temaşevanan. Kurtefîlm, qala çîroka karkerekî avahîyê dike.

Kurtefîlmên “Ewê Çend Roj Be” û “Serpêhatiyên Neqewimî” dê li 60emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn bêne nîşandayîn

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir