Ruben Ostlund bû Serokê Jurîya Cannesê
76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê îsal dê di rojên 16-27’ê meha Gulanê de bê lidarxistin. Derhêner û senarîstê navdar ê Swêdî Ruben Ostlund weke Serokê Jurîya festîvalê hate hilbijartin ku sala par bi fîlmê xwe yê “Triangle of Sadness” ji Cannesê xelata ‘Fîlmê Herî Serketî’ (Palmiyeya Zêrîn) girtibû. Xelata Palmiyeya Zêrîn her sal li Cannesê weke ‘Xelata Mezin’ tê dayîn.
Derhêner û senarîstê Swêdî Ruben Ostlund îsal weke Serokê Jurîya festîvalê hate hilbijartin û di derbarê vê biryarê de daxuyanîyeke da û got “Ez serbilind im ku îsal ezê serokatiya juriyê bikim.” Ruben Ostlund bi fîlmê “Triangle of Sadness” li gelek festîvalên fîlman xelat girtin û fîlm, yek ji fîlmên favorî yên sala 2022yê bû. Fîlmê wî yê “The Square” (2017) jî ji 70emîn Festîvala Fîlman a Cannesê xelata ‘Palmiyeya Zêrîn’ girtibû.
Di 1973’yan de derhênerê hoste yê Swêdî Ingmar Bergman bûbû Serokê Jurîyê Cannesê, piştî 50 salan Ruben Ostlund ji Swêdê ji bo Festîvala Fîlman a Cannesê weke Serokê Jurîyê hate eşkere kirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com