Ruben Östlund bû serokê rûmetîyê yê Festîvala Fîlman a Gothenburgê
Derhênerê navdar ê Swêdî û xelatgirê Palmîyeya Zêrîn Ruben Östlund weke serokê rûmetîyê yê Festîvala Fîlman a Göteborgê hate hilbijartin. Festîvala Fîlman a Gothenburgê di heman demê festîvala fîlman a herî mezin a Skandinavyayê ye ku dê di navbera 27ê Rêbendan û 5ê Reşemîya sala 2023yê de cara 46emîn bê lidarxistin.
Seroka/ê jurîyê ya Festîvala Fîlman a Gothenburgê ji aliyê lijneya kargerîyê ya festîvalê ji bo pênc salan tê lidarxistin û derhênerên navdar Ingmar Bergman û Roy Andersson jî serokatîya festîvalê kirin.
Kurtebelgefîlma Ruben Östlundî ya “Låt dom andra sköta kärleken” di sala 2001ê de di çarçoveya Festîvala Fîlman a Gothenburgê de hatibû nîşandayîn.
Ruben Östlund du caran Xelata Palmîyeya Zêrîn girtine û bi fîlmên xwe yên The Square, Triangle of Sadness, Force Majeure, De Ofrivilliga (Involuntary), Play, Gitarrmongot ve tê naskirin. Östlund derhêner kurtefîlm û belgefîlman jî kiriye û li ser projeya fîlmê xwe yê The Entertainment System is Downê dixebite.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com