Şahberhema “Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê” û Hewla Pênasekerina Hêla Biproblem a Şener Özmen

Nivîs: Welat Ramînazad

Min berî vê jî gotibû, ez ê niha jî careke din bêjim; ji berhemên Şener Özmen zahf hez dikim. Bi kelecan li hêvîya kîtabên wî yên nû disekinim. Çimkî di edebîyata me de herî zêde Şener Özmen wan hestan, wê zewqê bi min dide hîskirin; dibêjim “a teze ez berhema nivîskarekî gerdûnî dixwînim”. Min hemû kîtabên Şener Özmen ên bi Kurdîya Kurmancî xwendin; ji xeynî romanên Rojnivîska Spînoza û Gramera Bêhizûr. Naxwazim wan tavilê bixwînim biqedînim.

Berhama wî ya dawî kîtabeke çîrokan e. Weşanxaneyê Avestayê ew çap kir: Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê. Çend rojan berî niha min bi kêfeke mezin xwend. Kîtab ji bendewariya min pirr pirr baştir e!

Bi ya min Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê şahberhemek e. Özmen bi vê berhemê hem kamilbûn û hostatîya xwe, hem jî asta çîroknûsîya Kurmancîyê bi pêş ve birîye!

Ji kîjan alîyan ve şahberhem e? Ka em li ser hûr bibin, kûr bifikirin, qise bikin û binivîsin.

1. Şener Özmen di vê berhemê de zimanê xwe berfirehtir û bilindtir kirîye. Ya herî girîng ev e ku zimanê xwe ji hegomanyaya Tirkî şûştîye; xwîner, xwe di dinyayeke bêtirkî de hîs dike û dijî. Şener Özmen di çîroknûsîya Kurmancîyê de bingeha dinyayeke nû danîye. Hêja ye ku meriv li ser vê mijare bi berfirehî binivîse.

2. Wî bi teknîkên wekî herikandina binhişê, surrealîzm, realîzma efsunî çîrokên xwe bi hostayî lê kirine. Ji vê hêlê ve ji bo çîroknûsîya Kurmancî tê de gelek tiştên nû û pêşketî hene.

3. Di vegotina çirokên Nasname, Bazbenda Şêxê Min û Gêdûkê de min got qey ez berhmeke William Faulkner dixwînim. Ka vê berhemê bixwînîn, bibînîn ku wî, çawa vegotinek ezamet înşa kiriye.

4. Ji bo min alîyê herî baş ê vê berhemê ev e ku nivîsakar rastî, feraset, îzan û îdraqan dişkîne û diguherîne. Hewl dide ku bi karakterên xwe kesayetên nû înşa bike. Ji vî alîyî ve îzan û îdraqên xwîneran dihejîne û teheyûlên serdestîye dide wan. Ji bo vê yekê çîrokên Nasname û Bazbenda Şêxê Min mînakên hêja ne. Di berhemê de, di qada hunerî de lêgêrîna azadbûyîna ji bindestîyê û xwe azaddîtin heye; çîroka Êrişê jî di vê peywendîyê de mînakeke delal e.

Hêmaya ku karekterê çîroka Nasnameyê dide me jî zahf balkêş e. Dema ku min ev çîrokê qedand, bi sermestî min ji xwe pirsî, nivîsakar ev çîrok çawa nivîsîye? Mirov dibêje ev karakter ewqas bixwebawer û xwedî egoye ku bes ne welatekî, dê hemû dinyayê ji bindestîyê rizgar bike:“Di nava sî tavê de di navbera jiyan û mirin, xewn û heqîqetê de dîwarekî bilind yê ji kevirên bixwîn yên ji rabirdûyeke tarî-tarîstan hatî, ava bûbû û min ji dilê dixwest ku ez şer bikim, şerekî bi dîwêr re! Min hizî da xwe û rabûm, ji berîka kurtikê xwe nasnameya ku dabûn min ya ku min hîn radestî Mêsûlî-Mesûlê xwe!- nekiribû, deranî û qederek lê nihêrt, ji hêlekê ve jî li kêrika xwe ya Swîsrê.” (r. 23)

5. Di fokusa vê berhemê de guherandina dîrokê jî heye. Nivîskar bi vê berhema xwe xwestiye ne di asta îdeolojîk û propagandayî de; di asta qudreta hunerê de dîrokê biguhere. Ev hewl û xwestina nivîskar xwe di hemû çîrokan de nîşanê me dide. Lê probelemek heye!.. Li rexmî hemû biqelîtebûn, raserîbûn, berz û geşbûna Şener Özmenî, alîyekî nivîskarîya wî jî, bi ya min, biproblem e. Di berhemên wî yên ku min xwendin de ev hêla wî ya biproblem he ye, di vê berhema nû de jî xwe dubare dike. Lewma ez nikarim bêjim metna Şener Özmen a ku li bende bûm, ji sedî sed ev e.

Mesela ez dikarim biproblembûna şairîya Kawa Nemir pênase bikim. Ji xeynî haîkûyan, Kawa Nemir di berhemên xwe yên din de resenîya xwe, hişê xwe ava nekiriye. Ji bandora Whitman, Eliot, W. Blake, Ezra Pound… xwe neşûştîye. Dema ku ez şiîrên Kawa Nemir dixwînim, ez dibêjim qey Kawa Nemir ne bi hişê xwe, bi binhişê Whitman, Eliot, Blake.. nivîsîye. Li gorî min Kawa Nemir piştî pencî salîya xwe dê şiîrên resen û xweştir binivîse.

Piştî xwendina berhema Şener Özmenî ya nû bi qasî du rojan ji bo pênasekirina vê problemê fikirîm lê qet negihîştim pênaseyeke min tetmîn bike. Ez nikarim bêjim ku problema wî ev e… Lêbêle encamên fikirîna min ev in:

1. Şener Özmen di nava hişmendîya hunermendî/nivîsakarî û hişmendîya polîtîk de dabeş bûye. Ne tenê ew, bi gelemperî hunermendên Kurd hemû wisa ne. Ji ber dabeşbûnê nikarin bi azadî, bi relaksî, bi apolîtîkî binivîsin. Loma jî alîyê wan ê hunerî bi paş de dimîne û ji tawanbarbûna bi apolîtîkîyê gelekî ditirsin. Her xwe mesûl dibînîn ku “vegotinên mezin”, “metnên polîtîk” saz bikin. Lêbelê dema ku saîk û endîşeyên polîtîk bikevin ber saîq û endîşeyen hunerî, bivê nevê ji resenîya metn û meseleya xwe bi dûr dikevin, ji hêla hunerî ve paş de dimînin û bi pêş ve naçin. Ji ber vê qadên hunerî yên Kurdî jî bi pêş ve naçin, xitimî ne. Divê polîtkbûn ne; huner esas be.

2. Şener Özmen di nava înşakerî û afirnerîyê de asê maye: Bi piranî hêz û qeweta xwe dide înşakirina teknîkê, vegotinê û zimên. Di edebîyata me de teknîkên nû, vegotin û zimanekî hazir tune ye, divê nivîsakar bi xwe wan înşa bike. Ji ber vê yekê û dabeşbûna wî afirînerîya di berhemên wî de xurttir nabe. Lewma jî ew nikare afinerîya metna xwe bigihîne asta herî mezin a gerdûnîbûnê. Ferqa înşakirin û afirnadin ev e: Helbesta Mem Ronga ya bi navê Koşkek, vê ferqê gelekî baş nîşanê me dide. Her kes dikare ji xwe re ‘koşkek’î ava bike lê dema tu “stûnên vî koşkî ji tîrêjên şefeqa Nemrûd û paceyên wê jî ji dengê Hesenê Cizîrî çêkî” ev dibe afirînerî. Ji afirînerîyê qesta min ew e ku meseleyeke mehelî bike gerdûnî. Mînak “Ger vê berhemê bo zimanê Afriqîyan wergerînî, gelo xwînerên Afriqî dê xwe tê de çiqasî bibînîn?”

Herçend min neşîya problema wî bi rêkûpêkî pênase bike jî, kêm zêde ji ber van sedeman Şener Özmen nikare asta xwe ji vê zêdetir bike. Ew li vir asê maye. Ku Şener Özmen vê problema xwe çareser bike, wê çaxê ez ê jî bikarim bêjim tiştê ku min xwest ez bixwînim ev e. Dema ev problem bê çareserkirin li Bakur rîya nivîsandina berhemên di asta cîhanê de jî wê bê vekirin. Bi arezû û bendewariya xwendina wan berheman…

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir