Salvegera 75emîn a Festîvala Fîlman a Cannesê hate pîrozkirin

Salvegera 75emîn a Festîvala Fîlman a Cannesê li Şanoya Lumière bi beşdarî gelek sînemageran hate pîrozkirin û peyama pîrozbahîyê; “Sînema nemir û dê qet namire!”

Salvegera 75emîn a Cannesê îsal bi beşdarî 120 lîstikvan, derhêner û çêkerên fîlman ên seranserê cîhanê hate pîrozkirin û şefê hunerê yê festîvalê û nûnerê giştî Thierry Frémaux di axaftina xwe de got, “Sînema nemir û dê ti carî namire!”

Festîvala Fîlman a Cannesê îsal di 17ê Gulanê de bi nîşandana fîlmê “Coupez!” yê derhêner Michel Hazanaviciusî destpê kir û dê heta 28ê Gulanê bi nîşandayîna fîlmên nû bidome. Serokê juriyê festîvalê lîstikvanê fransiz Vincent Lindon e ku dê 21 fîlmên nû ji bo xelata Palmîyeya Zêrîn bikevin pêşbaziyê.

Pîrozbahîya salvegera Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê li Şanoya Lumière hate li darxistin ku di bernameyê de gelek derhêner û lîstikvanên navdar ên wekî; Guillermo Del Toro, Jake Gyllenhaal, Paolo Sorrentino, Isabelle Huppert, Diane Kruger, Nurî Bîlge Ceylan, Jacques Audiard, Melanie Laurent, Gael Garicia Bernal, Nicolas Winding Refn, Kristen Stewart, Sergei Loznitsayî cîh girtin.

Di bernameya pîrozbahîyê de, şefê hunerê yê festîvalê û nûnerê giştî Thierry Frémaux û Serokê Cannesê Pierre Lescure, hemû derhêner û lîstikvanên vexwendî gazî li sehneyê kirin. Fremaux di axaftina xwe de behsa mijarên girîngî û mayîndetîya sînemayê û serpêhayiya sînemayê ya Cannesê kir û di merasîma vekirinê de got, “Sînema nemir û dê ti carî namire!” Piştî axaftina wî,  jê re li çepikan dan.

Merasîma pîrozbahîyê bi kişandina wêneyan bi dawî bû.

Çavkanî: https://twitter.com/festival_cannes

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: