‘Sansur’ bi nîşandayîneke taybet tê pêşkêş kirin
Pera Fîlm vê hefteyê fîlmê derhêner Prano Bailey-Bond ê bi navê “Sansur” nîşan dide. Fîlm rojên 6 û 7’ê mehê bê pere dê bê nîşandayîn.
Li Muzeya Perayê bi navê “Ve şimdi iyi haberler” (Û niha nûçeyên xweş) pêşangeheke didome. Fîlm jî di vê çarçoveyê de xistine nav bernameyê. Fîlmê derhêner Bailey-Bond ê bi navê “Sansur” par festîvala Sundance jî di nav de li gelek cihan hat nîşandayîn û li ser gelek nîqaş çêbûn. Mijara fîlmê Sansur li ser salên 1980’yî ye ku van salan nîqaşa li ser çapemenî, vîdyoyên bi zimanê şîdetê û bandora wan a li ser civakê tîne pêş çavan. Sansur çîroka Enid ê ku dike xêza di navbera rastî û vesazkirî de fêm bike tîne ziman.
Di fîlmê derhêner Prano Bailey-Bond de Niamh Algar, Nicholas Burns, Vincent Franklin, Sophia La Porta, Adrian Schiller dilîzin. Fîlmî, Xelata Fîlmê Herî Fantastîk a Ewropay”eh “Mêliês d’Or” girt.
Fîlm rojên 6 û 7’ê mehê saet 17.00’an de li Muzeya Perayê ya li Beyogluya Stenbolê bê pere tê nîşandayîn. Wekî notek, fîlm ji bo kesên temen bi ser 18’an re ye.
Pêşangeha bi navê “Ve şimdi iyi haberler” (Û niha nûçeyên xweş) ku di meha gulanê de hatibû vekirin heta 7’ê mehê vekirî ye. Di pêşangehê de nêzî 300 berhemên 164 hunermendî cih digirin.
Çavkanî: Diyarname
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com