Şaşiya Konteksta Kurtefîlmê “Ez Tsubasa Me” û Derhênerên Kurd Ji Bo Kê Fîlm Çêdikin?

Nivîs: Welat Ramînazad

Ez Tsubasa Me yekem kurtefîlmê Bîlal Korkut e, di sala 2016an de kişandiye, 12’ deqe ye. Di sala 2017an de bi navê Li Pey Nanê Xwe kurtefîlmê xwe yê duyem, di sala 2020an de kurtefîlmê xwe yê dawî bi navê Çi Bikim kişandiye.

Faktorên derveyîn gelek caran ji bo navxweyiyan guherîner, asîmîleker, xeraker û serobinker in.

Ji ber vê, di peywendiya derveyî û navxweyî de navxweyî li hemberî derveyiyan mekanîzmaya xwegirtinê û xweparastinê bi kar tînin. Hêza vê mekanîzmayê li gorî navxweyiyan diguhere.  Di netewe û civakên ku bîreweriya xwebûnî, hişmendiya neteweyî û bîra kolektîv qels bin de, hêza vê mekanîzmayê jî ewqas bêhêz dibe lê di yên ku bîreweriya xwebûnî, hişmendiya neteweyî û bîra kolektîv bihêz bin de hêza vê mekanîzmayê jî bi hêz dibe.

Di peywendiya derveyiyan û navxweyiyan de navxweyî derveyiyan ji bo hebûn, kultur û strukturên civaka xwe, ji xwe re tehdît dibînin. Faktor û diyardeyên derveyîn ji bo navxweyiyan dibin sedema krîz û pirsgirêkan û derveyî wekî gunehkar û tawanbar tên dîtin. Mînak li Tirkiyê sedema qeyrana ekonomîk xelkê Sûrî û li Ewropayê jî penaber û koçber tên dîtin. Li çend bajarên Bakur ên ku di deh salên dawî de zanko ava bûne, avakirina zankoyê ji wan bajaran re bibû sedema “pirsgirêkên bêexlaqî” û sedemên pirsgirêkên din jî xwendekarên ku ji derve hatine bajar hatin dîtin.

A giring tu faktorên derveyîn ji bo xwe ji tehdîtê derxî û bi wan xwe dewlemend bikî û bi pêş ve bixî. Li hemberî diyardeyên derveyîn divê navxweyî jêpirsker û rexneker bin, li dû fikirînê bi hişmendî wan tiştan bigirin nava xwe.   Neteweyên ku xwebûniya wan xurt e, bîra wan a kolektîv zindî ye, tradîsyona wan zexm e, aqilê wan ê dewletî kûr û hişmendiya wan a neteweyî bihêz e, ew dikarin faktorên derveyîn ji bo dewlemendkirin û pêşvebirina xwe bikin îmkan.  Lê belê neteweyên ku xwebûnî, bîra kolektîv, tradîsyon û hişmendiya wan a neteweyî qels e kultur û civaka wan zû serobin û asîmîle dibin.

Dagirkerî bi xwe diyardeyeke derveyî ye. Di konteksta têkiliya dagirker û dagirbûyî de peywendiya derveyiyan û naxweyiyan çawa ye? Hêza mekanîzmaya xwegirtin û xweparastinê ya navxweyiyê dagirbûyî li hemberî dagirkerê derveyîn çiqasî bihêz e? Çi reaksiyonan didin wan, çawa nêzî faktorên wan dibin û xwe diparêzin?

Di konteksta mînaka kurdê Bakurî de, Bakuriyan mekanîzmaya xwegirtin û xweparastinê li hemberî dagirkerê modern ê derveyîn wenda kiriye û heta dawî deriyên xwe ji wan ra vekirine!..

Bi modernîzmê re peywendiya derveyiyan û navxweyiyan veguherî têkiliya yên modern û yên nemodern; modernîstê derveyî û nemodernê navxweyî. Modernîzm hem bi xwe diyardeya derveyî ye hem jî bi xwe afirandina kompleksa bindestiyê ye. Ji ber kompleksa bindestiyê hem mekanîzmaya lixwegirtinê û xweparastinê ya navxweyiyan ji gelek aliyan ve qels bû, hem jî derveyiyan gelek zêde bandor li navxweyiyan dikir, di wan de guhertin çêdikir.

Yek ji bihêztirîn hêmayên modernîzmê televîzyon e. Bi televîzyonê re, di kultur û civaka navxweyiyan de gelek şok, krîz, guhertin û serobinî çêbûn.

Di struktura kurtefîlmê Ez Tsubasa Me de jî faktoreke derveyîn heye. Ev faktor di nava navxweyiyan de bûye sedema krîz û pevçûnê. Ev faktor televîzyon e. Ev faktora derveyîn nebûya, ev kurtefîlm jî nikarîbû bi vî hawî bê kişandin.

Di kurtefîlmê Ez Tsubasa Me de zarokek, bavek û dapîrek di heman malê de dijîn. Zarok ji futbolê gelek hez dike, di televîzyonê de xêzefîlmê futbolê yê bi navê Ez Tsubasa Me temaşe dike. Tsubasa bi xwe jî yek ji karakterên xêzefîlmî ye. Ev karakter ewqas bandorê li ser zarok dike, zarok xwe wekî wî dibîne.

Kurtefîlm li gundekî Nisêbînê derbas dibe û xwe li ser têkiliya zarokek û televîzyonê, ev têkiliya ku di navbera wî û dapîra wî de bûye sedema pevçûna nifşan hatiye avakirin.

Di peywendiya derveyî û navxweyî de yek ji faktorên herî bihêz ên derveyiyan televîzyon e ku bandorê li navxweyiyan dike.  Naxweyiyên muhafezekar û dîndar televîzyonê wekî şeytan pênase dikirin û ew afaroz dikirin. Jixwe di kurtefîlm de dapîr kesa dîndar e û hem li dijî futbolê hem jî li dijî televîzyonê ye; muhafezekar û kevneşopperest e. Dapîr rojekê li piştî xwendina Quranê, televîzyonê ji pencereyê diavêje xwarê. Zarok bê televîzyon dimîne. Bav jî li hemberî şikandina televîzyonê bêdeng dimîne.

Kurtefîlmî armanc kiriye ku nîşanî me bide bê ka televîzyonê bandoreke çawa li zarok kiriye, zarok çawa bi karakterê xêzefîlmî re wekehevî bûye, dinyayeke çawa ji zarok re ava kiriye, pevçûna dapîr û zarok çawa diqewime û bandora şikandina televîzyonê ya li ser zarok çi ye.

Şikandina televîzyonê wekî travmaya zarok nîşanî me dide. Bi vî hawî jî bandora televîzyonê romantîze û meşrû dike. Niha ji bo ku dapîrê televîzyon şikand, ew jî bê televîzyon ma, em ji bo zarok li ber xwe bikevin, ji bo paşverûtiya dapîrê ji wê hêrs bibin, dapîrê bidarizînin û wê tawanbar bikin, wê wekî paşverû bibînin. Lê belê dapîrê ji ber ku çand û exlaqê xwe biparêze bi kodên dînî televîzyon şikandiye.

Televîzyon û kurd? Mijara kitêban û doktorayan e. Televîzyon kengî li nava bajar, navçe û gundên Bakur belav bû? Bi taybetî jî televîzyon kengî li nava gundan belav bû? Bandora televîzyonê li ser kurdan gelek xirab e. Dibistanan, bi qasî televîzyonê nikarîbû kurdan asîmîle bike; televîzyonê lezgîniya asîmîlasyonê da çar gavan û wekî cinawirekî, kultur û civaka wan serobin kir. Hêj jî bandora xwe dewam dike. Mînak kurtefîlmê bi navê Welatê Qehremanan ê Sahim Omer Khalife gelek baş nîşanî me dide ku televîzyon çawa bandoreke xirab û tirsnak li zarokên me dike.

Çima di kurtefîlm de televîzyon ne ji vê konteksta dij-kolanyal ve bi asîmîlebûna zarok û serobinkirina civak û kulturê nehatiye problematîzekirin? Di konteksta neteweyeke bindest de bi vî havî problematîzekirina televîzyonê ji wan re jî xelet û şaş û romantîk nayê?

Çima dapîr û bav bi hişmendiya dij-kolanyal nêzî televîzyonê nebûn û li hemberî televîzyonê bi hişmendiya kurdewar tevnegeriyan? Çend bav, dayik, dapîr û takekesên kurd ji ber ku televîzyon zarokên wan asîmîle dike, çanda wan tarûmar dike xwe nerehet kiriye û fikirîne ku çareseriyan hilberînin. Ma qey haya wan ji bandora negatîf a televîzyonê tune ye? Kurtefîlm nîşanî me dide ku tune ye.

Ji ber ku dapîr û bav bi hişmendiya dij-kolanyal nêzî televîzyonê nebûne, berî ku em wan rexne bikin divê em pêşî derhêner rexne bikin. Dibe ku di realîteya jiyanê de ev takekesên kurd ne xwedî vê hişmendiyê ne lê divê bi riya sînemaya kurdî ev hişmendî bê afirandin.

Lê belê ez nizanim ez çawa hişmendiya derhênerî têgînî bikim. Lê hişmendiya wî ya ne dij-kolanyal heye. Bi hişmendiya ku xwe ji kolanyalîzmê rizgar û azad kiriye nêzî meseleya xwe nebûye.

Sedemê vî tiştî jî ev e ku sînemaya kurdî ne ji bo kurdan e; piraniya fîlmên kurdî ji bo kurdan nayê kişandin. Di hundirê kurdan de sê kesên sereke hene. Yek em kurd bi xwe ne, du dagirker in, sêyem jî wekî hakem Ewropayî ne. Fîlmên kurdî piranî ji bo dagirkeran û Ewropayiyan tên çêkirin.

Di mînaka vî kurtefîlmî de Bîlal Korkut ev kurtefîlm ji bo kê çêkiriye?

Em dizanin ku ji bo kurdan nekişandiye. Yek; heke ji bo kurdan bikişanda dê ji aliyê dij-kolanyalîzmê ve bihata problematîzekirin. Li gor konteksta konjektora civakê, meselaya wî dê bihata problematîzekirin.

Çîrokeke romantîzekirî ye… Jixwe keyfa dagirkeran û Ewropiyan ji tiştên romantîk re gelek tê. Li gundekî gelekî xweş û dirokî de kurtefîlm hatiye kişandin lê em ne di bav de ne jî di gundiyan de tu îmareya bextewarî û hezkirina mekanî nabînin ji bo ku li gundekî ewqasî xweş dijîn. Ku kurtefîlm ji bo kurdan bihata kişandin dê mekan bi kurdan bida hezkirin û ew şad bikirina. Lê ne ji bo niştecih û civaka xwe, ji bo derveyiyan tê xweşkirin.

Di sînemaya kurdî de bi qasî ku min temaşe kiriye, ji bilî çend heban hemû fîlm û kurtefîlmên kurdî bajar û ciyên xweşik ji bo berhema xwe dikin mekan. Bi vî hawî jî mekanên xweşik ji bo berhemên xwe dimezêxin. Di vî kurtefîlmî de jî mekanekî xweşik tê mezaxtin. A giring bajar û mekanên ne xweşik bi berhemên xwe bikin xweşik û biprestîj. Mînak Aram Dildar bi kurtefîlmê xwe yê Haziriyek Bo Derengmayînê vî tiştî dike. Batmanê gelek xweşik û biprestîj dike.

Heta ku sînemaya kurdî bi temamî ne ji bo kurdan be, sînemaya kurdî nikare reseniya xwe biafirîne.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: