Sê Fîlmên Kurdî li Festîvalên Fîlman bêne nîşandan

Sê fîlmên Kurdî; belgefîlmên “Şeva Xîzê”, “Dîroka Mirina Avê”, kurtefîlmê “Barê Giran” dê di çarçoveya bernameyên Festîvala Fîlman de bêne nîşandan.

Belgefîlmên “Şeva Xîzê” û “Dîroka Mirina Avê” yên derhêner Alî Ergulî di bernameyên Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Marmarîsê û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Aashayê li Hindîstanê û kurtefîlmê “Barê Giran” yê derhêner Yilmaz Ozdîlî di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Indieyê li Madrîdê, dê di beşên pêşbirkan (pêşbazî) de bêne nîşandan.

Belgefîlmê “Şeva Xîzê” Kumun Gecesi / The Night of the Sand) yê derhêner Alî Ergulî qala jiyanên Karkerên xîzkirina kotê dike û sedem û encamên nexweşiya Sîlîkozîsê nîşan dide.

Kurtefîlmê “Barê Giran” yê derhêner Yilmaz Ozdîlî qala barê Avdel û malbata wî dike. Avdel, bi kerê xwe yê îxtiyar re li ser karê barhilgiriyê dixebite û debara li malbata xwe dike. “Barê Giran” di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de hatibû nîşandan.

Belgefîlmê “Dîroka Mirina Avê” yê Alî Ergulî qala navçeya Heskîf a Êlihê dike û bal dikişîne li ser pêvajoya hilweşandina Bendava Ilisûyê û rengê dîrokê.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir