Sê fîlmên Kurdî wê li Festîvala Fîlman a Salentoyê bêne nîşandayîn
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Salentoyê îsal di navbera dîrokên 14-21ê meha Îlonê de cara 19emîn li li herêma Pugliayê ya parêzgeha Lecceya Îtalyayê tê lidarxistin. Li festîvalê, dê ji Herêma Kurdistana Iraqê sê kurtefîlmên bi Kurdî jî bêne nîşandayîn.
Kurtefîlmê Helgurd Salih yê “Hejar” (14 deqîqe), li ser çîroka malbateke Enfalî disekine û li 5emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî hatibû nîşandan.
‘Red Room’ ku ji aliyê Lîlyan Emîr Elî ve hate kişandin û qala jiyana jineke û keça wê dike. Senaryoya kurtefîlmê Awara Omar nivîsîye ku ‘Red Room’ heta niha beşdarî li Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Glebertî, Zanzibar û Silêmanî bûye.
Kurtefîlmê bi Kurdî yê din ê dê li festîvalê bê nîşandayîn jî “Mind Clemency” e ku ji aliyê Warman Saeed ve hatiye nivîsandin û kişandin. Fîlm, çîroka nexweşekî Alzheimer tîne li ber perdeya sînemayê.
Festîvala Fîlman a Salentoyê ji beşên kurtefîlmê jinan, kurtefîlmê navneteweyî, metrajdirêj pêk tê û di bernameya festîvalê de fîlmên ku li ser mijarên aşîtî û pirçandî disekinin têne nîşandayîn . Sê kurtefîlmên bi Kurdî bi pargîdanîya fîlman a Ritao Filmê ve tê belavkirin.
Ji bo agahî: Salonte Film Festival
Çavkanî: Rûdaw
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com