Sê lîstikvan tevlî li sezona duyemîn a “The Lord of the Rings: The Rings of Power”ê bûn
Rêzefîlmê platforma dîjîtal a Prime Videoyê yê “The Lord of the Rings: The Rings of Power” ji alîyê Wayne Yip, Juan Antonio Bayona, Charlotte Brandstrom ve tê kişandin û li Gerdûna Dinyaya Navîn diqewime. Rêzefîlm, ji beşa yekem bi vir de li seranserê cîhanê eleqeyeke mezin dibîne û hate ragihandin ku sê lîstikvanên navdar ên Ciarán Hinds, Tanya Moodie û Rory Kinnear tevlî li sezona duyemîn bûne. Tê texminkirin ku beşa yekem a sezona nû, dê di destpêka sala 2024ê de bê weşandin.*
“The Lord of the Rings: The Rings of Power”, li seranserê cîhanê heta niha ji zêditirî 100 milyon kesî ve hatiye temaşekirin û kêşanên sezona nû ya rêzefîlmê li Îngilistanê didome. Mijara rêzefîlmê di Gerdûna Dinyaya Navîn de derbas dibe û bi atmosfereke bêhempa qala çîrokên derasayî dike. Senaryoya rêzefîlmê Jason Cahill, Patrick McKay, John D. Payne bi hev re dinivîsînin.
“The Lord of the Rings: The Rings of Power” ji fîlmê sînemayê “The Lord of the Rings”ê (2001) îlhama xwe girtiye û ji romana wêjekarê navdar J.R.R. Tolkienî yê bi heman navê tê kişandin. Rêzefîlm, ji aliyê J.D. Payne û Patrick McKay ve hate afirandin û sala par dest bi weşanê kiribû ku dê weke 5 sezon bê kişandin.
Lîstikvanên wekî; Peter Mullan, Cynthia Addai-Robinson, Nazanin Boniadi, Benjamin Walker, Morfydd Clark, Ismael Cruz Cordova, Robert Aramayo û Augustus Prew di sezona yekem a rêzefîlmê de lîstin.
J.D. Payne û Patrick McKay di hevpeyvîneke de ragihandibûn ku rêzefîlmê nû “The Rings of Power” weke 5 sezon û bi tevahî 50 saetan hatiye sêwirandin û dawîya rêzefîlmê jî ji niha ve diyar e.” J.D.Payne di axaftina xwe gotibû, rêzefîlmê nû dê bi nêrîneke cuda bê kişandin.
“The Rings of Power” behsa Serdema Duyem ê Cîhana Navîn dike, serpêhatiyên cûce û harfootan tîne ser ekranê û diçe bi hezaran sal beriya bûyerên ‘The Hobbit’ û ‘The Lord of the Rings’ê. Rêzefîlm, di heman demê de rêzefîlmê herî biha yê dîroka televîzyonê ye ku bi budçeya 1 milyar dolar re tê kişandin.
Romana wêjakarê navdar J.R.R Tolkienî yê “The Hobbit” ji alîyê nivîskar û wergêr Samî Hêzil ve ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û di meha Tîrmehê de bi navê “Hobbit” ji Weşanên Cervantesê derket li pêşberî wêjehezan.* “Hobbit” yek ji klasîkên herî serketî ya wêjeya zarokan e, bi cureyên mîtopya û xeyalê zanistî ve hatiye nivîsandin ku cara yekem di dîroka 21ê Îlona 1937an de hatibû weşandin. Berhema navdar, heta niha bo bi dehan zimanan hate wergerandin û weke fîlmên sînemayê (Rêzeya “Hobbit”) û rêzefîlm derket li pêşberî temaşevanan.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com