Self-Oryantalîzma Kurtefîlmê Duaa ya Mohammed Sherwanî

Nivîs: Welat Ramînazad 

Di peywendiya oryantalîzmê de ez ê behsa tecrûbeya du mamosteyên xwe bikim. Ji bo vê nivîsê ne hewce ye ku ez qala Edward Said û oryantalîzmê bikim. Mamosteyekî min ê zankoyê ku doktoraya xwe ji Zankoya Sorbonê wergirtibû, gelek caran behsa diskora oryantalîzma Ewropayiyan dikir û digot, “Çi xebateke hunerî çi jî ya zanistî dibe bila bibe, dema ku diskora oryantalîzmê bi bingeh û piştrastkirî nebe, bi asanî nikare di nava wan de cî bigire û di zanko û mekanên herî demokrat ên Ewropayî de jî kêm caran tê qebûlkirin.” Mamosteyekî din jî heman tişt ji bo sînemayê gotibû, “Fîlmên Rojhelatiyan ku herî zêde diskora oryantalîzmê di xwe de dihewînin û ji nû ve vê diskorê diafirînin ji bo festîvalên fîlman ên Ewropa tên qebûlkirin”.

Aliyê yekem ê oryantalîzmê, paşketîbûna civak û welatên Rojhelatî ye; dîndariya radîkal, azadnebûna jinan, kuştinên namûsê, feqîrî û nezaniya gel, bajarên qirêj, şerkerên hevdu dikujin û tunebûna hunerê… Aliyê duyem ê oryantalîzmê jî welatên Rojhelatî efsûnî û romantîk dike.

Di self-oryantalîzmê de rojhelatiyek ne bi çavê rojhelatiyekî lê bi çavê rojavayiyekî li xwe dinêre û xwe dinirxîne. Mînak di fîlmê bi navê My Sweet Pepper Land ê Huner Salîm de aliyê duyem ê self-oryantalîzmê heye. Di kurtefîlmê Duaayê de aliyê yekem ê self-oryantalîzmê heye.

Kurtefîlmê Mihemed Şerwanî yê bi navê Duaa di sala 2017an de hatiye kişandin, 11.25’ deqe ye.

Otobusa xurde û kevn bi rêwiyan tîjî ye, em ji qisekirina rêwiyan fêr dibin ku bavek ji bo ku encama ezmûna keça xwe bo daketina zankoyê fêr bibe ber bi bajêr diçe û bi arezû û hêvî ye ku keça wî îlahiyat qezenc bike. (Di binnivîsa kurtefîlmî de îngilîziya îlahiyatê wekî collage sharia hatiye wergerandin). Navê kurtefîlm jî ji navê lehenga wî tê. Encam ne wekî dilê bav dibe, keça wî ya bi navê Duaa ne îlahiyat, lê ji beşa hunerê resim qezenc kiriye. Çîroka kurtefîlmî ev e.

Ji çîroka kurtefîlmî mirdariya bêhna self-oryantalîzmê nayê we jî?

Di struktura kurtefîlmî de azadnebûna jinan heye. Di mekanîzmaya huner, dîn û malbat û civaka paşverû û dîndar de azadnebûna jinan tê problematîzekirin.

Di kurtefîlm de diyardeyên self-oryantalîzmê çi ne?

Sebahattin Şen di kitêba xwe ya bi navê Gemideki Hayalet de sînemaya tirkan ji bo kurdan çawa temsîl û îmaj înşa kiriye yek bi yek îzah dike. Di kurtefîlm de temsîla kurdan çawa ye? Cahil, feqîr û şerker in. Bajarên (mekanên ku kurtefîlm lê hatine kişandin) wan gelekî paşdemayî û qirêj in. Azadiya jinan tune ye. Jin nikarin bi azadî biçin zankoyê. Mînak wekî vê sehneya kerixî û tewşomewşo; Duaa dema ku cilên xwe diguhere ji xaniyê din, ji pencereya vekirî lawikek wê dibîne. Di destê lawikek de keleşek heye. Ji bo ku erotîzm têxe kurtefîlmî ev sehne xistiye kurtefîlm. Jixwe di fragmana kurtefîlmî de ew sehne hebû.

Kurd ne dîndar in, dîndarên radîkal in. Tu dibêjî qey qala Afganistanê dike ku kurd bi qasî afganan bûne radîkal îslamîst. Mînak li vegera ber bi malê ve di otobusê de rêwiyek ji bav dipirse keça wî çi qezenc kiriye, ew jî dibêje, “Beşa resim qezenc kiriye”. Hemû rêwî bi hev re dibêjin, “Gune ye!”… Bav ji bo çareseriyekê diçe cem mela, mela bi hêrs dibêje, “Kesên ku resim xêz bikin, ciyê wan cehenem e” û di roja yekem a zankoyê de mamosteyek di dersa xwe de çend tiştan nîşanî xwendekaran dide, ji wan dixwaze wan xêz bikin lê Duaa nikare şûşeya şarabê xêz bike ji ber ku xwendekarek dibêje “Gune ye!”…

Realîteya di kurtefîlm de heye gelo? Li gor realîteya jiyanê çiqas ev realîte rast e? Gelo bi rastî Başûrî li hemberî hunerê ewqasî paşverû ne? Bi qasî realîteya kurtefîlmî realîteyeke jiyana Başûriyan tune ye. Em ferz bikin ku ji sedî sed realîteyeke bi vî rengî di jiyana Başûriyan de heye.. Problem ne hebûn an jî tunebûna realîteyeke bi vî rengî ye. Problem ev e ku tu çiqas dikarî bi hunera xwe, bi fîlmê xwe realîteyê biguherînî û a duduyan jî te bi kîjan bîrewerî û aqilî berhema xwe kişandiye an jî afirandiye? Problema Mihemmed Şerwanî ev e ku bi bîreweriyeke self-oryantalîst kurtefîlmê xwe kişandiye.

Çend nakokiyên kurtefîlmî ev in:

Dibe ku kal û pîr û navsere gelek paşverû bin lê ciwan çawa ji wan paşverûtir dibin? Dema ku Duaa diçe zankoyê di otobusê de hemû lawik bi hev re wisa li Duaayê dinêrin ku mirov dibêje qey dê Duaayê bikujin.

Di van berhemên self-oryantalîst de piranî bav li gorî kurên xwe zêdetir paşverû dibin lê di vî kurtefîlmî de berovajî vê diyardeyê kur ji bavê xwe zêdetir paşverû ye. Bav dixwaze keça wî biçe zankoyê lê nikare li hemberî paşverûtî û zordariya civakê û taxê tê bikoşe û şer bike.

Di radyoya otobusê de besteyeke operayê bi çend saniyeyan lê dixe, demildest beste dibe weazek wekî îlahiyekê. Di nava ewqas paşverû de besteya operayê çi digere?

Di polê de çend keçikên xwendekar ên din hene, ev gelek azad xuya dikin. Li gel ku ew keçik ewqas azad xuya dikin çawa Duaa ewqas ne azad e?

Hemû dinya dizane ku li Rojava jinên kurd DAIŞa hov têk biriye. Di kurtefîlm de azadnebûna jinên kurd hatiye problematîzekirin, ew jî nakokiya din a kurtefîlm e.

Listîkvaniya lehenga sereke jixwe qet ne baş e. Bi xwe jî ne kurd e. Tirkek e. Xwedê dizane çiqas pere daye wê? Ma qey li Başûr jinên listîkvan nemabû? Sharam Alîdî ji Sineyê jî di fîlmê xwe yê bi navê Black Horse Memoriesê de jinek tirk kiribû lehenga sereke. Kompleksa bindestiyê xwe di derhênerên kurd de bi vî hawî nîşan dide. Leheng û qehremanên sînemaya kurdî bi sînemaya tirkî, erebî û farsî nayê afirandin. Divê sînemaya kurdî leheng û qehremanên xwe biafirîne. Sînemaya kurdî bi derhênerên xwe yên hişaza û bi afirandina leheng û qehremanên xwe dikare bi pêş bikeve.

*Nivîskaran ji nivîsên xwe berpirs in

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: