Senarîstê navdar Mardîk Martîn Jiyana xwe ji dest da

Yek ji senarîstên fîlmên wekî “Mean Streets”, “New York New York”, “The Last Waltz” , “Raging Bull” û “Valentino”yê Mardîk Martîn di 83 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku di malpera Kovara Altyazıyê de cih digire, yek ji senarîstên herî serketî yên dîroka sînemayê Mardîk Martîn jiyana xwe ji dest da.

Mardîk Martîn bi eslê xwe Ermenî ye û di sala 1934’ê de li Iraqê ji dayik bûye û piştî zarokatiya xwe ji bo perwerdehiya xwe ya Zanîngehê çûye li Amerîkayê.

Mardîk Martîn digel Martin Scorsese re senarîstên hevpar ên fîlmên wekî; “It’s Not Just You, Murray!” (1964), “Mean Streets”, (1973), “New York New York” (1977), “The Last Waltz” (1978), “Raging Bull” (1980) in. Lîstikvanê navdar Robert De Niro bi fîlmê “Raging Bull” ve Xelata Oscar jî têde gelek xelat wergirtin û bûye berendam.

Senarîstê navdar Mardîk Martîn di heman demê de yek ji senarîstên fîlmê “Valentino” ku ji aliyê derhêner Ken Russell ve hatiye kişandin. Martîn di jiyana xwe ya sînemayê de ji sînemaya Hollywooda serdest dûr sekiniye û di Zaningeha New Yorkê waneyên (ders) senaryoyê daye. Mardîk Martîn ligel Fatîh Akin senaryoya fîlmê “The Cut” (2014) nivîsandine.

Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir