Senarîstên fîlman û nûnerên sektorê yên Hollywoodê li hev kirin
Karberdana Hollywoodê di meha Gulanê de ji alîyê nivîskar û senarîstên Amerîkayê ve destpê kir, pişti vê biryarê gelek lîstikvanên navdar ên sektora fîlm-rêzefîlman piştgirî dan grevê û sendîkaya lîstikvanan a SAG-AFTRAyê jî ji ber şert û mercên jiyanê li Los Angelesê dest bi karberdanê kir. Hate ragihandin ku nivîskar û senarîstên sektorê û pargîdanîyên fîlman li hev kirine.
Stûdyoyên pargîdanîyên Disney, Netflix, Amazon û Apple nûnerên herî mezin ên Yekîtîya Çêkerên Televizyon û Sînemayê (AMPTP) ne. Gelek projeyên sektora fîlm û rêzefîlman a Hollywoodê ji ber karberdanê hatin sekinandin an jî hatin bi paş ve xistin. Hate ragihandin ku nûnerên sektorê û nivîskar-senarîstên Hollywoodê piştî pênc mehan li hev kirin. Yekîtîya Nivîskarên Amerîkayê (WGA) eşkere kir ku “Ji bo senarîstan peymaneke awarte û destkeftîyên watedar tîne”. Pêşpeymana senarîst û nûnerên sektorê ji bo pejirandina endamên din ên sendîkayê dê di rojên 2-9ê Cotmehê de bikeve dengdanê.
Nivîskar û senarîsten Hollywoodê ji ber sert û mercên karê, bi pêşengîya Yekîtîya Senarîstên Amerîkayê ve dest bi karberdanê kirin. WGAyê daxuyanîyeke nivîskî weşand û ragihand ku bi yekdengî biryara bidawîbûna greva senarîstan kirine. Senarîstên Hollywoodê li hember hişê çekirî ewlehîya karê û muçeyê dixwazin. Heta niha 11 hezar û pêncsed senarîst û bi deh hezaran lîstikvan tevlî karberdanê bûn. Senarîstên sektorê di sala 2007ê de jî dest bi karberdanê kiribûn û 100 roj berdewam kiribû.
Çi qewimîbû?
Komeleya Lîstikvanên Perdeya Spî ya DYAyê (SAG-AFTRA) û Hunermendên Radyo û Televîzyonê yên Amerîkayê (AMPTP) ku nûnerîya gelek pargîdanîyên çêker ên fîlm-rêzefîlman ên Amerîkayê dike, li hev nekiribûn. Piştî karberdana senarîstên fîlm û rêzefîlman, sendîkaya SAG-AFTRAyê jî biryara karberdanê (grev) girt. Bi deh hezaran lîstikvanên bisendîka beşdarî li karberdanê bûn.
Senarîstên fîlm û rêzefîlman ên Amerîkayê di 2yê Gulanê de dest bi karberdanê kiribûn, pişti vê biryarê sendîkaya lîstikvanan a SAG-AFTRAyê jî ji ber şert û mercên jiyanê li Hollywoodê dest bi karberdanê kir. Serokê sendîkaya lîstikvanan a SAG-AFTRAyê Fran Dresche banga karberdanê kir.
Ji ber karberdanên senarîst û lîstikvanên fîlm-rêzefîlman, piranîya setên sektorê pênc mehan sekinî. Heta niha nêzîkî 160.000 lîstikvanên bisendîka yên Amerîkayî beşdarî li karberdanê bûn, ji ber vê yekê hemû kêşanên fîlm û rêzefîlman hatine rawestandin û bandorê li sektorên din kî kir. Hatibû ragihandin ku karberdanên giştî dê bandorê li fîlmên nû hatine kêşandin û fîlmên ku di demeke nêzîk de bikevin vîzyonê jî bike.
Xebatên ji bo danasîna fîlman hatibûn rawestandin û lîstikvanên fîlmê “Oppenheimer”ê ji ber karberdanê ji promîyera Londonê derketibûn. Lîstikvan û xebatkarên sînemayê yên Îngilîstanê jî piştgirî dan karberdanên lîstikvan û senarîst ên sektorê û pargîdanîyên fîlman lihevkirine.
Çavkanî: Birgün, Film Hafızası
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com