Senaryoyên hemû fîlmên Şewket Emîn Korkîyî dibin pirtûk
Derhênerê navdar ê kurd Şewket Emîn Korkî, bi fîlmê xwe yê xelatgirtî “Bîranînên Li Ser Kevirî” (2014) re tê naskirin û hat ragihandin ku Weşanên Avestayê senaryoyên hemû filmên Korkîyî weke pirtûk, bi Kurdîya kurmancî amade dikin.
Li ser medyaya civakî ya Weşanên Avestayê hat ragihandin ku senaryoyên hemû fîlmên derhêner, senarîst û çêkerê navdar ê kurd Şewket Emîn Korkîyî ji aliyê weşanxanê ve weke kitêb, bi Kurdîya kurmancî tên amadekirin. Her wiha derhênerê navdar ê kurd Şewket Emîn Korkî bû dîrektorê War TV’yê.
Derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî, bi fîlmên xwe yên “Crossing the Dust” (Parinawa la ghobar, 2006), “Kick Off” (2009) û “Bîranînên Li Ser Kevirî” (2014) re tê naskirin. Fîlmên derhêner Korkîyî li seranserê cîhanê di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşandayîn û xelatên “Derhênerê Baştirîn”, “Fîlmê Baştirîn” û “Senaryoya Baştirîn” jî tê de, di gelek beşan de xelat girtin.
Weşanên Avestayê heta niha li ser sînemaya Kurdî û senaryoyên fîlmên Kurdî gelek pirtûkan weşandine.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com