Sendîkaya Sînema Televîzyonê ji ber erdhejê banga piştgirîyê li “sektora fîlm û rêzefîlman” kir

Sendîkaya Sînema Televîzyonê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ji ber erdheja Mereşê banga piştgirîyê li “sektora fîlm û rêzefîlman” kir û ragihandin ku, divê jenerator, amûrên ronahiyê, konteynerên tuwaletê û karawanên ku bi awayekî aktîf di pîşesazîya sînemayê û rêzefîlman de têne bikaranîn, di van rojan de ji bo xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bêne şandin.

Sendîkayê li ser twitterê duhî ragihandin ku ji bo tîmên lêgerîn û rizgarkirinê, hin alavên lêgerîn-rizgarkirinê hatine şandin.

Erdhejên 7.7 û 7.6 yên li bajarê Mereşê bandorê li 10 bajaran û gelek welatên din ên herêmê kirin û ji ber erdhejên mezin heta niha 12 hezar û 873 kes jiyanên xwe ji dest dan. Hejmara kesên birîndar derketiye 62 hezar û 937 kesî. Tê gotin ku 64 hezar û 444 avahî hilweşiyane.*

Gazete Duvar

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir