Serîlêdana Pêşbaziya Kurtefîlman dest pê kir!
Ji bo serîladana pêşbaziya 16’emîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê pêvajoyê dest pê kir. Yên bixwazin kurtefîlmên xwe bişînin ber destên amadekaran divê heta 30’ê sermaweza 2019’an bişînin.
Festîval 16’emîn car dê di navbera 16-26-‘ê adara 2020’an de li dar bikeve. Û niha ji bo beşdariyê dema serîl3edanê hat dest pê kirin.
Kurtefîlmên ku îsal hatine kişandin û ji 30 deqîqeyê derbas nabin dikarin bên şandin. Di pêşbaziyê de ji bo kurtefîlmê herî serketî di warê neteweyî de 30 hezar TL, di warê navneteweyî de 5 hezar dolar xelat dê bê dayîn.
Ji bo têkiliyê:
iletisim@akbankkisafilmfestivali.com
Çavkanî: www.diyarname.com