Serîlêdanên 3’yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney dest pê kir
Serîlêdanên 3’yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney a Navnetewî dest pê kir û bernameya festîvalê di warên hunerê yên sînema, çîrok, helbest, karîkator û wêneyê de bête li darxistin.
3’yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney ji aliyê Navenda Çanda Yuz Çîçek Açsin (YÇKM) û Şaredariya Dêrsîmê û bi piştgiriya Weqfa Yilmaz Guneyê ve bêne li darxistin û serîlêdanên mîhrîcanê dest pê kir û dê heta 15’ê meha Avrêlê bidome. Bernameya mîhrîcanê, di warên hunerê yên sînema (kurtefîlm, kurtebelgefîlm û kurtesenaryo), çîrok, helbest, karîkator û wêneyê de bêne li darxistin.
Di beşên çîrok û helbestê de, berhemên ku di zimanên Kurdî (Kurmancî / Kırmanckî), Tirkî û Ermenkî de hatine nivîsandin, bêne qebûlkirin. Bernameya 3’yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney di navbera dîrokên 15’ê Avrêlê û 1’ê Pûşperê (hezîran) de li Stenbol, Dêrsîm û gelek bajaran bêne li darxistin.
Mîhrîcan, di 7’ê meha Pûşperê de li Stenbolê û 7’ê Pûşperê de li Dêrsîmê bi merasîmên xelatê, dê bi dawî bibe.
Ji bo agahî: www.yilmazguneyksf.org